2024-04-05T17:52:57.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 04.04.2024ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da digel General Joel Vaul Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke pê ra rewşa emnî û leşkerî li deverê û hevahengiya hevbeş a di navbera wan da nirxand.
Di civînê da ku birêz Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge jî tê da amade bû, piştî bi kurtî behsa kar û çalakiyên hevpeymanan li navçeyê hate kirin, her du alî li ser berdewamiya hebûna gef û metirsiya DAIŞê li Iraq û navçeyê hevfikir bûn û tekîd li ser pêwîstiya hevahengî û hevkariyên Hevpeymanan digel artêşa Iraqê û Pêşmerge ji bo rûbirûbûna metirsiyan kirin.
Di beşeke din ya civînê da, pêngavên dawî û pêşhatên proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê da her du alî tekez li ser pêwîstiya berdewamiya proseyê kirin û piştgîriya xwe bo pêngavên wê diyar kirin.
Çend mijarên din yên girêdayî rewşa deverê û xwedî berjewendiya hevbeş, mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.