2023-04-04T14:12:27.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 04.04.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya General Matthew McFarlane Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke serbazî ya pê ra kir.
Di civînekê da ku, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, General McFarlane ji bo pêngavên yekxistina Pêşmerge û proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge da û herwisa, ji bo merasîma îro ya ragihandina destbikarbûna her du Firqeyên 1 û 2 yên hêzên Pêşmerge yê Kurdistanê di çarçoveya Wezareta Pêşmerge da spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.
Di civînê de behsa girîngiya bihêzkirina hevahengiya di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Herêma Kurdistanê ji bo şerê li dijî terorê hat kirin û tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş yên ji bo têkbirin û jinavbirina bi yekcarî ya DAIŞê hate kirin.
Girîngiya dîtina çareseriyekê ji bo pirsgirêkên hêlawêstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da, bi taybetî pirsa neft û bûdceyê di civînê da hatin gotûbêj kirin.