2022-11-22T20:15:39.000000Z
Di berdewamiya hevdîtin û civînê xwe da li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 22.11.2022ê digel birêz Hadî Amirî Serokê Kutleya Fetih civiya.
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraqê û karname û erkên hikûmeta federal a Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Birêz Amirî tekez kir ku eger aramî berdewam be, derfeteke dîrokî ji bo serketinê heye û ji bilî li hevtêgihiştinê tu rêyeke din li pêşiya Iraqiyan nemaye, ji bo vê yekê jî yekrêziya siyasî û niştimanî di navbera hêz û aliyên Iraqî da pêwîstiyeke.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta nû ya Iraqa Federal û serkeftina bernameya wê nîşan da û tekezî li ser berpirsiyariya hevbeş ya di navbera hemû hêz û aliyan de kir û Bexda bi kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê bi nav kir.