2022-11-22T12:55:18.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herema Kurdistanê, roja sêşemê 22.11.2022ê li bajarê Bexdayê ji aliyê birêz Mihemed Temîm Wezîrê Plandananê ya Iraqê ji hevpeymaniya Siyade ve hate pêşwazîkirin.
Di civîna digel Hevpeymaniya Siyade de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya hêz û pêkhateyên niştimanî yên Iraqê kirin ji bo derbaskirina wan zehmetiyên ku di hemû waran de rûbirûyê welat dibin.
Her du aliyan tekez li ser girîngiya bihevre karkirin û hevkariya di navbera desthilat û hêzên siyasî yên ji bo çareserkirina kêşeyên welat bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên Iraqê û aştî û aramiya welat mîsoger bike.