2023-11-22T11:38:17.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 22.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Mareşal Samî Sampson Şêwirmendê Berevaniya Brîtanya yê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û şandeke pê ra kir.
Di civînê da, pêşhatên dawî û eger û encamên şerê li Xezzayê gotûbêj kirin. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku berfirehbûna vê rewşê metirsiyê li ser tevahiya deverê çêdike, lewra divê Iraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe, ji ber ku şer tu kêşeyan çareser nake û tenê aştî çareser e.
Di derbarê rewşa siyasiya Iraqê da, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku pêwîste aramî û seqamgîriya siyasî û emnî li Iraqê bê parastin û hemû alî bi berpirsiyarî tevbigerin û tekez li ser parastina hêzên hevpeymanan û nûnerê dîplomasî li hember her gefekê li Iraqê kir.
Di mijareke dinê civînê da her du alî hevdeng bûn ku teror hîn jî metirsiyeke rasteqîne ye û gefan li ser asayîş û aramiya emnî ya Iraqê dike, ji ber wê jî, ji bona jinavbirina DAÎŞ ê, Iraq û Herêma Kurdistanê hêşta pêwîstî bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî heye. Di vê derbarê de birêz Sampson tekezî li ser berdewamiya pêdagirbûna Brîtanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî da kir.
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû. Her di vê derbarê da her du aliyan civînên dawî yên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da bi pêşkeftineke erênî nirxandin.