Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Nûrî Malikî civiya

2022-11-22T17:30:12.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 22.11.2022ê li bajarê Bexdayê digel birêz Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa civiya.

Di civînê da tekezî li ser pêwîstiya hemahengî û yekdengiya hemû alî û hêzên siyasî ji bo piştevanîkirina hikûmeta nû ya Iraqê ji bo cîbicîkirina bernameya wê ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê da be, bi taybetî tekîd li ser çareserkirina wan pirsgirêkên di warê aborî û xizmetguzariyê da yên rûbirûyê welat bûne kir. Ji ber ku hemû gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê hêviyeka mezin bi hikûmeta nû ya Iraqê heye.

Herwiha, di civînê da, tekezî li ser berpirsiyarîya hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê hat kirin. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku çareserkirina kêşeyan û bihevre karkirin dibe sedema bihêztirkirina asayîş û aramiya Iraqê di hemû waran da.

Pêwîstiya parastina serweriya Iraqê mijareke dinê hevdîtinê bû ku têda girîngiya hevkarîkirina hemû hêz, partî û pêkhateyên Iraqî di vî warî de gotûbêj kirin.