Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya Dihokê da îro danê sibê 15.09.2024ê, digel Parêzgerê Dihokê Elî Tatar û berpirsên yekîneyên îdarî yên sinûrê parêzgeha Dihokê re civiya.
Di civînê da rewşa giştî ya parêzgeha Dihokê û kertên xizmetguzariyên giştî yên navçeyên cuda yên parêzgehê hate gotûbêjkirin û bal kişande ser pêwîstiyên parêzgehê û qeza û nahiyeyên wê û pirsgirêkên li pêşiya wê parêzgehê û çawaniya çareserkirina wan pirsgirêkan hatin gotûbêj kirin.
Birêzan parêzger û berpirsên navçeyê, bal kişandin ser bername û nexşerêyên kar û projeyên di warên curbicur yên li jêr cîbicîkirinê da, yan jî planên cîbicîkirinê hene, nerîn û têbîniyên xwe li ser çawaniya baştirkirin û bilindkirina îmkanên asta xizmetguzariyan pêşkêş kirin.
Amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bû. Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku proseya hilbijartinan bi awayekî aştiyane û aram bi rêve biçe û pêdagirî bi rêgezên aliyên peywendîdar bibin.
Di dawiya civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li parêzger û berpirsên yekîneyên îdarî yên parêzgehê kir û xizmetguzariyên ku pêşkêşî welatiyan û deverê dikin bilind nirxandin.
Serok Nêçîrvan Barzanî digel parêzgar û rêveberiya Dihokê civiya
2024-09-15T08:43:00.000000Z