Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel parêzger û rêveberiya Hewlêrê civiya

2024-09-22T10:00:00.000000Z
Nûçe Hikûmet

Îro danê sibê 22.09.2024ê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li avahiya parêzgehê digel birêzan Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û berpirsên yekîneyên îdarî yên parêzgehê civiya.

Di civînê da rewş û asta xizmetguzariyan, prosesa avadankirinê, bernameyên geşepêdanê û çawaniya birêveçûna kar û projeyên li parêzgeha Hewlêrê û qeza û nahiyeyên wê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser girîngiya dabînkirina pêwîstiyan û çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan hate kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê da destxweşî û pîrozbahiyê li parêzger û berpirsên yekîneyên îdarî kir ji bo cîbicîkirina kar û erkên wan, pêşkeftin û avadaniya parêzgehê bilind nirxand û tekez li ser bilindkirina asta xizmetguzariyên parêzgehê di hemû waran da kir û piştgîriya xwe jî ji bo serkeftina rêveberiya Hewlêrê ji bo baştir xizmetkirina welatiyan diyar kir.

Di civînê da behsa amadekariyên parêzgeha Hewlêrê yên ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û helmeta hilbijartinan jî hate kirin. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya serkeftina hilbijartinan û bi şaristanî birêve birina helmeta hilbijartinan û balkişande li ser rola aliyên peywendîdar.

Di dawiya civînê da birêzan parêzger û berpirsên yekîneyên îdarî yên Hewlêrê çendîn têbînî, daxwaz û pêşniyar ji bo baştirkirina xizmetguzariyan û çareserkirina kêmasiyan berçav kirin.