Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Digel Rêzdar Mezlûm Ebdî Civiya

2026-01-22T12:45:00.000000Z
Nûçe

Piştî nîvroya îro Pêncşemê, 22.01.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li rêzdar Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şandekî pê re kir.

Di civînê de, pêşhatên dawî ya rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser berdewamiya hewl û têkiliyên xwe bi hemû aliyên peywendîdar re ji bo berdewamiya agirbestê, rawestandina aloziyan û destpêkirina yekser a gotûbêjan di navbera HSD û Şamê de kir. Herwiha girîngiya dabînkirin û parastina mafên Kurd û hemû pêkhatên din di Sûriyeke yekbûyî de dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve rêzdar Mezlûm Ebdî, ligel pêşkêşkirina geşedanên dawî yên rewşê, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê û hewlên wan ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan kir. Herwiha tekez li ser amadebûn û daxwaza wan ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li ser bingeha dabînkirina mafên gelê Kurd di Sûriyeke yekbûyî de dûpat kir.

Metirsî û gefên ji nû ve derketina DAIŞê û bandorên wan li ser asayîş û aramiya Sûriyê û herêmê bi giştî, babeteke din a civînê bû.