2023-03-15T16:47:27.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 15.03.2023ê li bajarê Silêmaniyê, di çarçoveya Dîdarî Silêmanî digel şandeke bala ya Amerîkayê ya bi serokatiya birêz Terry Wolf Cîgirê Taybet yê Serokê Amerîkayê û Rêvebirê Bala yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Encumena Asayîşa Niştimanî û şandeke pê ra civiya.
Di civînê da, rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan da bîr û ramanan li hev guhartin.
Şanda bala ya Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya piştevanî û alîkariyên Amerîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da jî, şandeya Amerîkî yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî YNK û PDKê ji bo derbaskirina dijwarî û aloziyên nuha yên li Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst zanî.
Di mijareke civînê da, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da dê bibe sedema aramiya siyasî û aborî li Iraq û Herêma Kurdistanê, û herwesa, tekezî li ser piştevaniya birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal û karnameya hikûmeta wî kirin.
Gotûbêjkirina rewşa herêmî bi giştî û çend mijarên din yên xwedî girîngiya hevbeş, mijarên din yên civînê bûn.