2023-05-02T08:02:40.000000Z
Êvariya roja duşemê 01.05.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke bilind a Almanyayê kir ku, ji Jochen Flasbarth Wezîrê Dewletê yê karûbarên Hevkariya Aborî û Geşepêdanê û Werner Gatzer Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Darayî pêkatibû.
Di civînekê de ku, Balyozê Almanyayê yê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê jî amade bûn, her du aliyan li ser pêşxistina peywendiyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa giştî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Şanda mêhvan berdewamiya piştevaniya Almanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û dupat kir ku welatê wan dixwaze di hemû waran de peywendiyên digel Herêma Kurdistanê pêşde bibe.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariyên gel, hikûmet û parlamentoya Almanyayê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkiliyên xwe di hemû waran da digel Almanyayê pêşde bibe û amadehiya xwe nîşanda ku hemû hêsankiriyan ji bo sektora taybet û veberhênana Almanyayê li Herêma Kurdistanê bike.
Her di vê civînê da behsa bandora guherîna keşûhewayê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş kirin. Herwesa malavayî li birêz Balyozê Almanyayê yê li Iraq kir ku, di demek nêzîk da erkê wî li Iraqê bidawî dibe û Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku di erkê xwe yê nû da serkeftî be.