Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke Bilind ya Amerîkî civiya

2022-04-27T12:44:05.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, roja çwarşemê 27.04.2022 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeka balaya diplomasî û serbazî ya Amerîkayê bi serokatiya xatûn Dana Stroul cîgira alîkarê wezîrê derve yê amerîkayê bo karûbarên Rojhilatana Navîn kir. Heyeta Amerîkayê ji; Matthew Tueller balyozê Amerîkayê yê Îraqê, Matthew Trolinger cîgirê rêveberê karûbarên siyasî û leşkerî li hêzên hevbeşên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û çend berpirsên siyasî û leşkerî pêkhatibû.

Di destpêka civînê da, xatûn Stroul tekîd li ser vîsiyon û siyaseta Amerîkayê kir ku dê berdewam di warê siyasî û leşkerî da alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê bike, pêşxistina karê bi hevra û alîkariyên hevbeş di navbera her du aliyan da, herwesa bi navê welatê xwe rol û qurbaniyê Pêşmerge di şerê dijî Daîş da bilind nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî, ji aliye xwe ve, bi navê Herêma Kurdistanê sipasiya piştevanî û alîkariyên Amerîkayê û hevpeymaniya navdewletî ya dijî Daîş ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê da kir.

Her du alî, hevhizir bûn ku, girig û pêdviye hemû alî û pêkhateyên Îraqê ji bona Îraq ji vê rewşa siyasî ku têda xetimeye derkeve pêngavên cidî pavêjin û hikûmetekê pêkbînin ku bikaribe bersiva hêvî û daxwazên hevwelatiyan bide û ew hikûmet bikaribe rûbirûyê qeban bibe. Her di vê çarçoveyê da tekîd li ser giringiya kodengî û yekrêziya aliyên kurdistanî û berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirên navbera Hewlê û Bexdayê da hate kirin.

Mijareke din ya aivînê tevger û êrîşên Daîş ê li deverên cud yên Îraq û Sûryeyê bû ku, bi gefên cidî û metirsî wesif kirin. Di vî warî da, her du aliyan tekîd li ser giringiya hevkarî û hevahengiya navbera Pêşmerge û arteşa Îraqê da kir daku bikaribin bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî berhingarî wan metirsiyan bibin û Daîş bi yekaarî bihête jinavbirin ku, ew hertim li ser aramî û seqamgîriya Îraq û Herêmê Kurdistanê geveke.

Di civînê da çaksazî û reorgenîsekirina Pêşmerge, rewşa Herêma Kurdistanê, rewşa şingalê û asayîkirina wê, pêşhateyên herêmî bi giştî û çend pirsên din hatin gotubêj kirin.