2023-02-19T09:43:58.000000Z
Di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munich da, êvariya şemiyê 18.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel şandeka Kongresa Amerîkayî bi serokatiya birêz Senator Lindsey Graham ku, ji hejmareka senator yên her du partiyan; Komarî û Demokrat pêkhatibû, behsa têkiliyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û şandeya Kongresa Amerîkayî berdewambûna piştevaniya Kongresê ji bo Herêma Kurdistanê dupat kir.
Rewşa siyasî û aborî ya Iraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pirsa seqamgîrî û aramiya Rojhilata Navîn mijarên din yên civînê bûn. Her du alî li ser girîngiya rol û pêgeha Iraqê ya ji bo parastina aştî û aramiya navçeyê û berengarbûna gef û metirsiyên DAÎŞê hevfikir bûn.
Pêşhatên dawî yên li Sûriyê bi taybetî û li navçeyê bi giştî mijareke dinê hevdîtinê bû.