Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke leşkerî ya Brîtanyayê civiya

2023-06-15T08:57:21.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêncşemê danê sipêdê 15.06.2023ê li bajarê Hewlêrê pêşwaziya şandeke pile bilinda leşkerî ya Brîtanyayê bi serokatiya Mareşal Samî Sampson Şêwirmendê Berevaniya Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afriqayê ku ji hejmareke piledar û berpirsên bilind yên leşkerê Brîtanyayê pêkhatibû kir.

Di hevdîtinê da ku, xanima Rosy Cave Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hevkariyên hevbeş yên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser serkeftina birêxistinkirin û yekgirtina Pêşmerge û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kirin û amaje bi wê yekê jî kirin ku divê prose bi awayeke baştir birêve biçe. Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanya û welatên din yên dost jî kir ku di wê proseyê da piştgirî û alîkariya wan dikin.

Ji aliyê xwe ve, şandeya mêhvan dûpat kir ku Brîtanya girîngiyê dide aramî û seqamgîriya emnî li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniya ewlehiyê ji bo parastina aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê û serkeftina proseya çaksaziyê û yekkirina Pêşmerge da berdewam dibe.

Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên ku di berjewendiya hevbeş da ne, di hevdîtinê da hatin gotûbêjkirin.