2023-01-26T06:20:43.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 25.01.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Tobias Lindener Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê û şandeyeka bilind ya pê re kir.
Di civînekê da, birêz Lindener tekez kir ku Almanya bi girîngiyê li têkiliyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û dixwaze di hemû waran da têkiliyên xwe digel Bexda û Hewlêrê pêşda bibe, bi taybeyî jî di warê aborî da. Her di vê vê çarçoveyê da behsa serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Iraqê birêz Mihemed Şiya Sudanî hate kirin. Her du alî tekez li ser
girîngiya aramiya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşketina di hemû waran de kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kir ji bo piştgirî û alîkariyên wê yên ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê di şerê dijî terorîstan û rûbirûbûna DAIŞê da, û herwisa naskirina komkujiya Êzdiyan wek jenosîd li Parlamentoya Almanyayê nîşan da. Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku DAIŞ hêşta metirsiyeke rasteqîne û gefek ciddî ye li ser ewlehiya Iraq û navçeyê, ji ber wê jî Iraq û Herêma Kurdistanê hê jî pêwîstî bi berdewamiya erkê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê heye.
Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkan di navbera wan da, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, têkiliyên Herêma Kurdistan û Iraqê digel welatên cîran û navçeyê û çend mijarên din ên xwedî berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêj kirin.