Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeka leşkerî ya Brîtanyayê civiya

2022-09-07T10:56:08.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 07.09.2022ê, pêşwaziya li birêz General Sammy Sampson Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtanyayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û şandeya pê re kir.

Di civînê de ku, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de amade bû, têkiliyên Brîtanya digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, metirsiya teror û tevgerên DAIŞê, proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir ku di dema şerê li dijî DAIŞê da alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û, herwesa, tekez li ser berdewamiya alîkariyên Brîtanya û dostên civaka navdewletî ya ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û serxistina proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge kir.

Her du alî hevfikir bûn li ser wê yekê ku pêwîstiya aliyên siyasî bi li hevtêgihiştin û rêkeftinekê ji bo derbaskirina asteng û dijwariyên li pêşiya proseya siyasî li Iraqê û parastina aramî û seqamgîriya siyasî li welat heye, herwesa tekîd li ser girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, pêşhatên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn ku Konsolê Giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê tê da amade bû.