Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeke Amerîkayî civiya

2023-10-11T11:59:10.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Îro danê nîvro 11.10.2023ê li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê ya bi Serokayetiya xatûn Victoria Taylor Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir.

Di civînê da, pêşhatên dawî yên emnî û siyasî yên Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê û mekanîzma çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku çareseriya bingehîn a pirsgirêkên Iraqê bi giştî û aramiya siyasî û aborî li Iraqê çespandin û cîbicîkirina sîstema federalî ye bi awayekî rast û dirust. Şandeya mêhvan jî li ser vê yekê digel Serok Nêçîrvan Barzanî hevfikir bûn.

Şandeya mêhvan piştevaniya xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî di çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên di navbera her du aliyan da û handana sermayedarên Amerîkî ya ji bo sermayerazandinê li Iraq û Herêma Kurdistanê, dupat kir.

Berfirehkirina peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û çendîn pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş, mijareke din yên vê civînê bûn.