Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeke Kongresa Amerîkayê civiya

2022-11-26T21:07:49.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja şemiyê 26.11.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeyeke Kongresa Amerîkayê bi serokatiya Kongresman birêz Mark Takano kir ku ji hejmarek endamên Kongresê û dîplomatkaran pêk hatibû.
Di civînekê da ku xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê li Îraqê amade bû, pêşdebirina têkeliyên Amerîkayê digel Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî û emnî li Îraqê, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkên navbera wan û metirsiyên teror û şerê dijî Daîşê gotûbîj kirn.

Her du aliyan tekez li ser hevdengî û hevkariya di navbera aliyên Îraqî da ku piştgîriya hikûmeta nû ya Îraqê bikin daku di cibicîkirina karnameya xwe da serbikeve û parastina aramî û aştiya li ser sînor û serweriya Îraqê kirin. Her wiha li ser wê yekê hevfikir bûn ku derfet ji bo Hewlêr û Bexdayê heye ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi hev ra hevkariyê bikin.

Şandeya Kongresa Amerîkayê rola Pêşmerge di şerê dijî Daîşê da bilind nirxand û tekîd kir ku Amerîka giringiyeka taybet bi têkeliyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê dide û Amerîka wek hevbeşa stratejîk û piştevaniya Îraq û Herêma Kurdistanê di berhingarbûna metirsiyên Daîşê da berdewam dibe.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê ji bo piştevaniya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê da û herwiha piştevanî û alîkariya Amerîka di proseya çaksaziyê da spasiya Amerîkayê kir.

Her wiha li ser pêwîstiya bilezkirina proseya çaksazî û rêkxistina Wezareta Pêşmerge, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, giringiya yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din gotûbêj kirin.