2023-03-02T17:06:48.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro danê nîvro 02.03.2023ê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, pêşwaziya birêz Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê NY kir.
Piştre di civînekê da, bi amadebûna Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga navbera wan ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan, karnameya Hikûmeta federal a Iraqê û rewşa Şengalê behs kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî behsa bendên rêkeftina pêkanîna Hikûmeta Federal a Iraqê û karnameya wê berçav kir, herwesa, îşaret bi wê yek kir ku atmosferek erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê da heye ku, birêz Serokwezîrê Iraqa Federal li ser cîbicîkirina karnameya hikûmetê ciddî ye. Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, di axaftina xwe da rola NY li Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê NY kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û piştevaniya NY bo hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de dupat kir.
Mijareke din ya ku di civînê da hatî behs kirin, pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dê di dema xwe ya yasayî de roja hilbijartinan diyar bike û divê îsal hilbijartin bêne kirin.
Her du alî li ser pêwîstî û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û handan û hêsankirina vegera penaberên Êzdî bo cih û warên xwe û avadankirina deverên wan hevfikir bûn.
Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî, birêz Sekreterê Giştî yê NY tekez li ser wê yekê kir ku çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û yekrêziya aliyên siyasî dê pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û derve jî bihêztir bike.
Herwiha di civînê de çend mijarên din yên xwedî girîngiya hevbeş hatin gotûbêj kirin.