Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serok Mihemed Bin Zayed Al Nahyan civiya

2023-03-09T20:43:13.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêncşemê 09.03.2023ê, li ser vexwendina fermî ya birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Îmaratê gihişte Ebu Dabî paytextê wî welatî.

Di civîneke dostane da digel Serokê Îmaratê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Îmaratê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, warên hevkariyên hevbeş û pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyan di hemû waran da kir û behsa derfet û zemîneyek minasib ji bo veberhênan û sermayerazandinê di kerta taybet a Îmaratî û berfirehkirina bazirganiya di navbera Îmarat û Iraq û Herêma Kurdistanê da kir.

Di derbarê danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê dê bibe alîkar ku seqamgîrî û aramiya siyasî û aborî li Iraqê çêbibe û dê asoyê li pêşiya pêşketinên berfirehtir veke.

Her du aliyan astegiyên niha li navçe û cîhanê hene gotûbêj kirin û herwesa guherîna av û hewayê û rêkarên rûbirûbûna gefên wê, metirsiya terorê û hizra tundî û tundûtûjiyê û rûbirûbûna wan, perwerde, av, tenduristî û çend warên din behs kirin.

Di civînê da her du aliyan li ser pêşhatên dawî yên li navçeyê nêrînên xwe li hev guhertin û tekez li ser girîngiya bihêzkirina hevkariyên di navbera hemû aliyan da ji bo parastina aştî û aramiyê û çareserkirina nakokî û pirsgirêkan bi awayekî aştiyane kirin.

Her li vê hevdîtinê de behsa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û çendîn mijarên hevbeş hatin kirin.