Şeva borî, Şemî 28.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji rêzdae Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan, Serokê Dewleta Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî, wergirt.
Di peywendiya telefonî de, rêzdae Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan bi tundî êrîşa dronê ya duh ya li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Duhokê hate kirin, şermezar kir, herwiha piştevaniya berdewam a welatê xwe ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê û parastina asayîş û ewlehiyê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya telefoniya rêzdar Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan û hevkarî û piştevaniya berdewam a Dewleta Îmaratê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
Di mijareke din a peywendiyê de, pêşhatên herî dawî yên rewşa herêmê û encamên şer hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser girîngiya hewldanên ji bo bidawîanîna şer û pêkanîna aramî û ewlehiyê kirin.