2023/02/19
Îro danê êvarê roja şemiyê 18.02.2023ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li bajarê Munich ê, digel birêz Ursula Von Der Leyen Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê civiya û behsa dawî pêşhatên şerê dijî DAÎŞ, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Xatûna Ursula Von Der Leyen tekîd li ser wê yekê kir ku YE girîngiyê dide peywendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê û girîng û bi pêwîstî zanî ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê bên çareserkirin. Dupat kir ku di vî warî da YE piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya YE kir ji bo piştgirî û alîkariyên Yekîtiya Ewrupayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran da û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hertim amadeye hemû pirsgirêkan digel hikûmeta federal a Iraqê bi rêya diyalogê çareser bike.
Qeyrana enerjiyê, rewşa Rojhilata Navîn û rola Yekîtiya Ewrupayê ya li herêmê çend mijarên din yên civînê bûn.