Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîr Sûdanî civiya

2023-02-18T09:24:51.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Roja Înê 17.02.2023 li bajarê Munich ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Mihemed Şîye Sûdanî Serokwezîrê Iraqê civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, rewşa aborî û bûdceya Iraqê ya sala 2023ê, rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî, astengiyên rûbirûyê welat dibin, hebûn û rola Iraqê li ser astê herêmî û li ser astê navdewletî hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan kêfxweşiya xwe ji berdewamî û pêngavên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina arîşeyan li ser bingeha destûrê nîşan dan û li ser wê yekê hevdeng bûn ku bersingirtina ew astengî û metirsiyên rûbirûyê welat dibin karê bi hev ra yê hemû alî û pêkhateyên Iraqê dixwaze.

Her di vê hevdîtinê da behsa serdana dawî ya şanda Iraqê bo Amerîkayê û tedbîrên hikûmeta Iraqê ji bo parastina rewşa aborî ya welat, peywendiyên Iraqê digel welatên cîran, navçe û cîhanê û parastina seqamgîrî û aramiya tixûban û çend pirsên din hatin kirin.