2023-11-10T11:49:35.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja pêncşemê 09.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Mihemed Şiya El Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal kir.
Di civînê da her du aliyan rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya welat û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin û tekez li ser girîngiya piştevanîkirina hikûmeta federal ji bo cîbicîkirina plan û bernameyên xwe bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên bilind yên welat bike.
Hilbijartinên dahatî yên Parlementoya Kurdistanê û girîngiya piştgîrîkirina hewlên Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo serxistina hilbijartinan, derbaskirina aloziyan û parastina aştî û aramiyê mijarên din yên civînê bûn.