Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîr û Wezîrê Berevaniyê yê Hollandayê civiya.

2026-02-14T12:09:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Sibehiya îro şemî 14.02.2026 di çarçoveya bernameya xwe ya li Konferansa Asayîşê ya Mûnîhê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêzan Dick Schoof, Serokwezîr û Ruben Brekelmans, Wezîrê Berevaniyê yê Hollandayê civiya.

Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Hollandayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya hevkariyên wî welatî di warên cuda de hatin gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Hollandayê kir ji bo piştgiriyên wan yên berdewam ji bo Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe, şanda Hollandayê tekez kir ku welatê wan bi giringî li peywendiyên xwe yên digel Herêma Kurdistanê dinêre û dê berdewam be li piştgiriya aramî û pêşveçûnê li herêmê de.