![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2022/11/NB_Qasim-Alereci1-27-11-2022.jpg)
2022-11-27T13:18:34.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro yekşemê 27.11.2022ê li Bexdayê, di civînekê da digel birêz Qasim El-Eracî Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê rewşa emnî û siyasî ya welat nirxandin.
Her du alî li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê da ji bo çareserkirina pirsgirêkên digel welatên cîran gotûbêj kirin û tekez li ser pêwîstiya diyalog û tedbîrên dîplomatîk û têgihîştina hevbeş ji bo parastina aramî û serweriya Iraqê kirin.
Di civînê da, her du alî, li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji bo rûbirûbûna terorê û kontrolkirina sînoran hemfikir bûn.

![](/uploads/old_images//2022/11/NB_Qasim-Alereci-27-11-2022-scaled.jpg)