2024-02-17T16:48:22.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 17.02.2024ê di duyemîn roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almayayê da digel birêz Amos Hochstein mezine Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Joe Biden, civiya.
Di civînê da peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, hevkarî û veberhênanên enerjiyê da, rêkar û pêngavên dawî yên hinartina petrola Herêma Kurdistanê û gotûbêjên aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê di vî warî da hatin gotûbêjkirin.
Birêz Hochstein got ku, Amerîka girîngiyê dide aştî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û dixwaze di sektorên aborî, veberhênan û enerjiyê da derfet û hevkariyên hevbeş pêş bixe û herwesa pêdagirbûna Amerîkayê bi berdewamiya piştgirî û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir.
Têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa ewlekariya Iraq û Herêma Kurdistanê, gef û metirsiya li ser hêzên hevpeyman û dîplomatkarên li Iraqê û bandora aloziyên li Rojhilata Navîn bi giştî mijarên din yên civînê bûn.