Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Berevaniya Îtalyayê civiya

2023-05-04T07:27:19.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro çarşemê piştî nîvro 03.05.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Guido Crosetto Wezîrê Berevaniya Îtalyayê kir.

Di hevdîtinê da pêşvebirina peywendiyên Îtalyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, serdana dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya Romayê, rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rola Îtalyayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAÎŞ da û pêşhatên dawî yên berengarbûna terorê hatin gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo rol û piştevaniya serbazî di dema şerê li dijî DAIŞê da ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyayê kir û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina têkiliyên digel Îtalyayê bi taybetî jî berfirehkirina hevkariyên hevbeş di warê ewlehiyê da dupat kir. Her wiha spasiya rola hêzên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê ji bo rahênankirina Pêşmerge kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Wezîrê Berevaniya Îtalyayê berdewamiya piştevaniya serbazî ya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û rola Herêma Kurdistanê di têkşikandina DAIŞê da bilind nirxand û dupat kir ku welatê wî girîngiyê bi pêwendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û aramî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo navçe û cîhanê bi girîng zanî.

Çend mijarên xwedî berjewendiyên hevpar, lêkeftên şerê li Ukraynayê û pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî di civînê da hatinê gûtubêj kirin ku Balyozê Îtalyayê yê Iraqê, Konsulê Giştî û Fermandarê Hêzên Îtalyayê yên li Kurdistanê têda amade bûn.