Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê civiya

2023-11-04T09:01:13.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Êvariya înê 03.11.2023ê li Parîsê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya pê ra digel birêz Sebastien Lucorno Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê civiya.

Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên leşkerî û emnî yên Fransayê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amaje bi rola bi bandor û qurbanîdana hêzên Fransayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da kir. Herwesa, sersaxiyê ji malbatên leşkerên Fransî re xwest ku vê dawiyê li Iraqê di bûyerekê da jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê rol û qurbanîdana Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê û berengarbûna terorîstan da bilind nirxand û tekez li ser pabendbûn û berdewamiya piştevaniya serbazî ya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Iraq û Fransayê da di warê leşkerî û ewlehiyê da nîşan da.

Di civînê da ku, birêz Supasalarê Fransayê û hejmareke berpirsên bilind yên leşkerî amade bûn, her du aliyan pêşhatên dawî yên rewşa aloza Rojhilata Navîn nirxandin û tekez li ser girîngiya hewlên ji bo pêşîgirtina li zêdetir berfirehbûna şerî kirin û hevfikir bûn ku pêwîste Iraq û welatên herêmî nebin beşek ji alozî û nakokiyan.

Di mijareke din a civînê da, pêşveçûna hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê , metirsiyên DAIŞê li ser seqamgîrî û aramiya Iraq û Sûriyê û çend mijarên din yên aktuel di rojeva herêmî da her du aliyan gotûbêj kirin.

Piştî civînê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî di yadaştnameya wezaretê da peyamek nivîsî û têda spasiya piştevanî û hevkariyên Fransayê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.