Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Kuweytê civiya

2023-02-19T06:07:42.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 18.02.2023ê li bajarê Munich ê, digel birêz Selîm Ebdulah El Cabir El-Sabah Wezîrê Derve yê Kuweytê civiya.

Di civînê da, her du aliyan tekez li ser pêşdebirina peywendiyên di navbera Kuweytê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û her du alî li ser girîngiya bi hevrakarkirin û li hev têgihiştina welatên navçeyê ji bo parastina aştî û aramiyê û çareserkirina kêşeyan bi aştiyane hevfikir bûn.

Rewşa siyasî, aborî û ewlekarî ya Iraqê guftûgo kirin û birêz Wezîrê Derve yê Kuweytê piştgîriya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên wan û dabînkirina aramî û bexteweriya Iraqê diyar kirin.

Têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê û herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.