Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Qeterê civiya

2023-02-18T09:17:35.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munichê da, roja înê 17.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel birêz Mihemed bin Abdulrehman bin Casim Al-Sanî Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê, têkiliyê Qeterê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û warên alîkariyên hevbeş gotûbêj kirin û tekîd li ser pêşdebirina têkiliyên dualî di hemû wran da kir.

Birêz Al-Sanî xwesteka welatê xwe ya ji bo befirehkirina kar, weberhênan û sermayeguzariyên xwe li Iraq û bi taybetî li Herêma Kurdistanê bike û hêvî xwest ku şert û îmkanên baştir ji bo kerta taybet ya Qeterê li Herêma Kurdistanê bên dabîn kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî hemû piştgirî û asankariya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê di vê derbarê de nîşan da.

Her du alî li ser girîngiya karkirina ji bo parastina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn û navçeyê bi giştî û girîngiya çareserkirina kêşeyan bi rêyên aştiyane hemfikir bûn. Di hevdîtinê de behsa amadehî û rola erênî ya her du aliyan li ser asta navçeyê hat kirin.