Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Urdinê civiya

2023-02-19T11:54:08.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja şemiyê 18.02.2023ê li bajarê Munich, bi birêz Eymen Sefadî Wezîrê Derve yê Urdinê ra civiya.

Destpêka civînê da, birêz Sefadî silavên Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem gihandin Serok Nêçîrvan Barzanî û piştre li ser pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Urdinê û karkirina ji bo berfirehkirina çalakiyên bazirganî û aborî yên di navbera her du aliyan da nêrînên xwe lihevguhertin.

Rewşa siyasî, aborî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê mijareka din ya civînê bû ku têda her du alî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya welatên navçeyê ji bo parastina aştî û aramiyê û berfirehtirkirina warên hevkariyên hevbeş hemfikir bûn.

Amadeyî û rola Iraqê li ser asta navçeyê û navdewletî, pêşhatên dawî yên li navçeyê çend mijarên din yên civînê bûn.