2023-02-19T06:05:03.000000Z
Di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munich ê da, Roja şemiyê 18.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Paul Richard Gallagher Wezîrê Derve yê Vatîkanê civiya.
Di civînê da tevî behskirina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Vatîkanê, her du aliyan rewşa Herêma Kurdistanê, rewşa pêkhateyên olî, rewşa jîn û jiyana penaberên li kampên Herêma Kurdistanê û pêkhateya mesîhî li Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirin.
Birêz Wezîrê Derve yê Vatîkanê tevî nîşandana piştgîriya Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê, spasî û kêfxweşiya Vatîkan û Papayê pîroz ya ji bo tecrûbeya pêkvejiyanê, hevqebûlkirin û toleransa di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên li Herêma Kurdistanê dupat kir, herwesa helwestê mirovdostane û mêvanperweriya Herêma Kurdistanê beramber bi koçber û penaberên mesîhî û koçberan bi giştî bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Vatîkanê û serdana dawî ya qedasetê Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê wek hertim navenda pêkvejiyanê û hevdûqebûlkirin û toleransê bo hemû pêkhateyan bimîne
Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê bi giştî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.