Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Petrolê yê Iraqê civiya

2023-11-13T10:28:08.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, spêdehiya roja duşemê 13.11.2023 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Hayan Ebdulxenî Cîgirê Serokwezîr yê Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê û şandeya bilind ya pê ra kir.

Di civînê da ku, du ji birêzan Cîgirên Wezîrê Petrola Iraqê û Wezîrê Samanên Xwezayî bi wekalet yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, pêngav û rêkarên herî dawî yên ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê di navbera aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê da hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo diyalog û pêngavên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê dûpat kir û amaje bi wê yekê jî kir ku rawestana hinartina petrola Herêma Kurdistanê ziyaneke mezin gihandiye dahata giştî ya Iraqê, ji ber wê jî divê di zûtirîn dem da dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê were kirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Petrola Iraqê tekezî li ser daxwaza ciddî ya Hikûmeta Federal ya Iraqê û Serokwezîrê Sûdanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê kir. Herwesa encamên serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û encamên gotûbêjên di navbera aliyên pêwendîdar yên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê da pêşkêş kirin.