Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Divê digel Bexdayê mekanîzmekê ji bo çareseriyê ava bikin

2024-04-07T18:00:40.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê da, roja yekşemê 07.04.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civîneke rojnamevaniyê da behsa naveroka civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê da derbarê serdana xwe ya bo Bexdayê da got:

Di serdana xwe ya bo Bexdayê da, me çendîn hevdîtin digel Çarçoveya Hevahengiyê, Serokwezîr û Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê pêk anîn, bi giştî civînên me di çarçoveya paşeroja peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da bûn.
Di van hevdîtinan da min hewl da mekanîzmekê ava bikin da ku em li ser wê mekanîzmê berdewam bin, serdanên me her bi tenê çûyina Bexdayê û vegeriyan nebin, mekanîzmekê ava bikin ku berdewam civînên bi vî rengî ji aliyê Herêma Kurdistanê û Bexdayê ve ji bona ku ew kêşeyên niha hene hemûyan di meclîsekê da bi mekanîzmekê bigrîn li cîhekî behsa wan bikin û rêyên çareseriyê jê ra peyda bikin. Weke hûn agahdar in pirsa mûçe ku pirseke esasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ew rêkeftina di navbera birêzan Serokwezîrê Herêma Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Sudanî hatiye kirin ev destpêkek gelek baş e û em hêvîdarin berdewam be. Me behsa pirsa Neftê jî kir, bê guman, weke Herêma Kurdistanê em di wê baweriyê da ne ku divê dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bê kirin, ji ber ku vê pirsê zirarên mezin bi Iraq û Herêma Kurdistanê gihandine û heta niha zêdetir 7 milyar dolar ziyan bi budceya Iraq daye. Helbet ev mesele hatiye behs kirin û ev yek dixwaze ku tîmên zêtir yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bikin û zêdetir li ser vê mijarên danûstandinan bikin, em hêvîdarin ku bigihin encamekê.

Di bersiva pirseke din a derbarê lidarxistina hilbijartinan di dema xwe da, Serok Nêçîrvan Barzanî wiha got:

Weke berpirsiyariya min ya wekî Serokê Herêma Kurdistanê, me roja hilbijartinan diyar kiriye û ti guhertinek di vê mijarê da çênebûye û helbet ev mijarek siyasî ye û divê hemû hêzên siyasî li ser vê yekê biaxivin û dawiyê jî, bi her halê heye, divê bi lihevtêgihiştin vê pirsê yekalî bikin.