Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî dûvdaçûnê ji bo lehiyên Hewlêrê kir

2021-12-17T09:22:00.000000Z
Nûçe
Berî nîvroya îro în 17.12.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, dûvdaçûnê ji bo rewşa wan cihên ser bi parêzgeha Hewlêrê kir ku berî sibehiya îro ji ber baraneke zêde ve tûşî lehiyê hatin û li encamê da mixabin hejmarek welatî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn, ji bilî pêkhatina ziyaneke zêdeyê malî.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna hevxemî û sersaxiya ji bo malbatên qurbaniyan, tekez li wê yekê kir ku aliyên peywendîdar û dezgehên hikûmî, bi lez û bi pleya yekem kar ji bo rizgarkirina canê welatiyan bikin û her çi pêwîste bêkirin ku li zûtirîn dem da bi hanaya lêqewimiyan ve biçin û hevkariya wan bê kirin, nexweşxane jî bi amadebaşiyeke baş da bin ji bo pêşwazîkirina qurbaniyan û çareserkirina wan.

Ji aliyê xwe ve birêz Parêzgerê Hewlêrê rewşa cihên ziyanberketiyan zelal kir û behsa proseya hawar çûn û rizgarkirin û karê tîmên hawar hatinê kir ku her li destpêka lehiyê ve destbikar bûn û bi hanaya lêqewimiyan ve çûn, her wiha dûpat kir ku dam û dezgeh û aliyên peywendîdar li kar dane û berdewam dûvdaçûnê ji bo pêşhatan dikin û karê pêwîst encam didin.