Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêncşemê danê sibê 17.10.2024ê li Zaxoyê, beşdariya 29mîn merasîma derçûna duyemîn Koleja leşkerî ya li Zaxoyê bû ku, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partî û aliyên siyasî, fermandar, efser û mamostayên peymangehan Serbaz û malbatên xwendekaran têda amade bûn.
Piştî merasima leşkerî, Serok Nêçîrvan Barzanî di merasîmê da gotarek pêşkêş kir.
Naveroka gotara Serok Nêçîrvan Barzanî:
Derçûyên delal
Beşdarên hêja,
Roj baş, bi xêr hatin serçavan hatin...
Ez gelek kêfxweş im ku beşdariya derçûna rêwresma 29an a duyemîn Koleja leşkerî ya Zaxoyê bûm. Ji bo me û hemû Kurdistaniyan cihê şanaziyê ye ku 792 efserên ciwan xwendina xwe ya leşkerî, akademîk û praktîkî bi dawî dikin.
Cihê keyfxweşî û şanaziyê ye ku piştî bidawîhatina xwendina xwe ya zanîngehê, hûn bi îradeya xwe hatin ku xwendina xwe ya leşkerî temam bikin û bibin efserên Pêşmerge. Ev nav hezkirin û dilsoziya we ya ji bo xizmeta Kurdistanê nîşan dide. Her bijîn û serkeftîbin.
Di nav van derçûyan de 50 keçên kurd, 13 Êzdî û yek jî derçûyê Kakayî ye. Ev kêfxweşiya me ya hevpar e. Bi germî pîrozbahiyê li we hemûyan, malbat û kesûkarên we yên ku îro bi me re di vê merasimê de beşdar in dikim, pîrozbahiyê li we dikim, hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.
Ez vê rojê li gel malbatên we pîroz dikim û ez bi we serbilind im.
Dixwazim bibêjim ku îro di nava me de kesek wek bavekî beşdarî vê merasîmê dibe, ew yek ji fermandarên me bû ku gelek xizmet ji Kurdistanê re kir û mixabin di şerê azadiya Iraqê de birîndar bû.
Wek malbat, ez bi wî serbilind im ku îro li vir e, ez wek malbat jêre dibêjim: “Mam, em bi we serbilind in“ ji ber ku yek ji wan xwendekarên ku îro li vir mezûn bûye, kurê wî ye û kurê wî jî ji aliyê wî ve baş hatiye perwerdekirin û ew hînî berdewamkirina vê rêyê kir, ew rêya ku bavê wî ji bo azadiya Iraqê û bexteweriya miletê me girtiye û birîndar bûye, kurê xwe jî perwerde kiriye ku li ser wê rêyê berdewam be. Mam Wecîh, tu bi xêr hatî, ez bawer im, hewlên te yên ji bo xizmetkirina artêşa Kurdistanê, dê wek rûpelek zêrîn di têkoşîna Pêşmerge û Kurdistanê de bê nivîsandin. Hêvîdar im di van kursan de cara bê hejmara jinan zêdetir bibe.
Derçûyên hêja,
Pêşmerge ji roja hebûna xwe heta îro cihê serbilindî, şeref û berpirsiyariyeke mezin e. Ji roja ku navê Pêşmerge hatiye danîn, roj bi roj baweriya Kurd û Kurdistanê bi doza xwe û mafên xwe yên rewa zêdetir bûye.
Pêşmerge erkekî gelek pîroze û beşeke girîng a nasnameya netewî ya Kurdistanê ye. Ji bo parastina miletê xwe, ji bo parastina Kurdistanê berdewamiya meşeke dirêj a têkoşînê ye. Ji ber vê yekê derçûna we ya îro ne dawiya rê ye.
Îro ya ku hûn dest pê dikin, xizmet û erka we ya nû ye li gel saziyên hikûmetê ji bo Kurdistanê ye. Ev ji bo we û ji bo me hemûyan rûmeteke mezin e. Di neh mehên rahênan û fêrbûnê de, we ezmûnek dewlemend bi dest xist da ku hûn îro bikarin xizmeta welatê xwe bikin.
Bawernameyên we ne tenê destkeftek akademîk e, ew peymana rûmetê ye, sembola wefadariyê û baweriyek mezin e ji bo xizmetkirina milet û welatê me. Ev nîşana amadebûna we ye ji bo her qurbanîdana doza welat e.
Di dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de, Pêşmerge qurbaniyên mezin dane. Ji bo parastina Kurdistanê û netewa xwe xwîna xwe dane û ruhê berxwedanê pêk anîne. Tevahiya dîroka Pêşmergeyên qehreman û qurbaniyên mezin ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê, tu carî nayê ji bîr kirin.
Beşdarên hêja,
Bi vê minasebetê di derbarê rewşa aloz ya Rojhilata Navîn de, dixwazim tekez li ser helwesta Herêma Kurdistanê bikim ku em li gel agirbestê û çareseriya aştiyane ya hemû pirsgirêkan in. Em naxwazin Herêma Kurdistanê û Iraq bikevin nava van nakokiyan. Ji bo ku rewş aloztir nebe divê her hewl bê dayîn.
Di dawiyê de spasiya taybet ji mamosta û berpirs û birêvebirên Koleja duyem a leşkerî ya Zaxoyê dikim. Xebat, xizmet û keda wan hêjayî rêzgirtineke mezin e. Wezîfeya wan pîroze û rola wan jî ji bo pêşdebirin û pêşxistina erkê Pêşmerge, perwerdekirina karekterekî niştimanperwer li ser bingeha zanistiyên leşkerî, nêzîkbûn û hezkirina welat pir girîng e.
Ew erk û xizmeta ku hûn dikin, avakirina zanîngeh û akademiyên leşkerî, wefadariya herî baş e ji têkoşîn, qurbanîdan û rola dîrokî ya Pêşmerge, ji bo baştirbûna paşeroja Pêşmerge ye.
Silav li ser giyanê hemû şehîdên têkoşîna Kurdistanê. Silav ji bo şehîdên zindî, ji bo hemû lehengên ku di erka parastina Kurdistanê de birîndar bûne. Em ji wan re dibêjin, xizmet û têkoşîna we li pêşiya me ye.
Xwendevanên hêja, hêviya pêşerojeke geş ji we hemûyan re dixwazim û careke din bi germî pîrozbahiyê li we hemûyan dikim û di jiyana xwe de serkeftî bin.
Gelek spas...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Em dê di proseya yekgirtina Pêşmerge da ser bikevin
2024-10-17T11:02:00.000000Z