Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em dê digel Îranê rêkeftineke nû bikin.

2024-05-08T06:30:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Kongreyên rojnamevanî
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtin û civînên xwe yên du rojî ya li Tehranê, paytexta Komara Îslamî ya Îranê, roja sêşemiyê 07.05.2024ê, civîneke çapemeniyê li dar xist û rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî behs kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî got: Serdana me ya Komara Îslamî ya Îranê serdaneke baş bû û em di wê baweriyê da ne ku ev serdan dê destpêkek nû li peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê veke. Di vê serdanê da em gelek bi germî hatin pêşwazî kirin û em spasiya wan dikin. Em, pêşiyê, ji aliyê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ve, herwesa ji aliyê Serokkomar, Serokê Parlamentoyê, Sekreterê Encumena Ewlehiyê bi rêzdarî hatin pêşwazîkirin, Bi giştî civînên me hemû gelek baş birêve çûn. Ji bo me li Herêma Kurdistanê peywendiya bi Komara Îslamî ya Îranê ra gelekî girîng e, ew pêwendiyeke dîrokî ye û gelek tiştên me yên hevbeş hene ku me bi hev ve girêdide. Me spasiya hemû alîkarî û piştevaniyê kir ku di qonaxên dijwar da hertim piştgîriya me kirine. Bê guman di vê rêyê da hinek pirsgirêk hene, lê ya ji bo me girîng ewe ku divê em lêbixebitin ku van pirsgirêkan çareser bikin. Me di serdana xwe da ya Komara Îslamî ya Îranê dît ku, îradeyeke gelek ciddî ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye. Helbet Herêma Kurdistanê jî dixwaze baştirîn peywendiyan digel Komara Îslamî ya Îranê wek cîranekî pir girîng, wek cîranekî ku hertim di rojên teng da alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye hebin. Ew tiştên dibin sedema nakokiyan di peywendiyên me da divê ji holê bên rakirin û ez hest dikim ku li Komara Îslamî ya Îranê û helbet li Herêma Kurdistanê xwedî îradeyek cidî ne ku van tiştan ji holê rakin. Herêma Kurdistanê dixwaze wek hertim faktora aramî û ewlehiyê li deverê bimîne, ev siyaseta sabit ya Herêma Kurdistanê ye û em dê li ser vê siyasetê berdewam bin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê da derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û gotûbêjkirina vê pirsê digel berpirsên payebilind yên Komara Îslamî ya Îranê got: Destpêkê da ez vê zaniyariyê rast bikim, bi tu awayî pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê weke mijarek di civînên me da nehatiye behs kirin. Ji bilî li cihekî hat pirs kirin ka hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê kengê bên li darxistin? Ji bilî vê zêdetir ev yek nebûye mijara hevdîtinên me yên li Tehranê. Bersiva me ya ji bo vê pirsê û ya ku bi Serokatiya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye ev e ku me roja hilbijartinê diyar kiriye û heta vê kêlîkê jî ew roj nehatiye guhertin. Lê ya girîng eve ku divê hilbijardin were kirin. ji xwe hilbijartin ji bo çi tê kirin? Hilbijartin tê kirin bi armanca karkirina hevbeş ji bo xizmetkirina hemû welatiyên Herêma Kurdistanê tê li darxistin. Hilbijartin bên kirin dema ku hemû alî li ser li hev bikin û hilbijartin nebe ji hevdûrketina aliyên Herêma Kurdistanê pêktê. Berpirsiyariya min, wek serokê Herêma Kurdistanê, piştgiriya ti aliyekî nakim, desthilata min weke, Serokê Herêma Kurdistanê, parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye û ez berjewendiyên Herêma Kurdistanê di ser raya partiyan re dibînim. Helbet, her pêngaveka ez pavêjim dê di çarçoveya berjewendiya Herêma Kurdistanê da be û di çarçoveya berjewendiya nebe bibe sedema zêdetir parçebûna Herêma Kurdistanê. Berjewendiyên partiyan çi dibe bila bibe, ew maf û heqê wan hene û raste, lê erkê li ser milê min wek Serokê Herêma Kurdistanê parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye. Min roja wê neguhertiye, lê ez dixwazim hilbijartinek were kirin ku hemû alî li ser li hev bikin. Ez hilbijartineke dixwazim ku, tê da tu partî xwe têkçûyî û serketî nebîne. Ez naxwazim hilbijartinek were kirin ku tohmetan li ser hev tomar bikin, me ev kir, me zor li we kir û heta dawiyê jî ev gotin ne rast in û bi rastî jî xizmeta berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê nakin. Hewldanên me, bi rêz û spasî ve ji bo Bexdayê, birêz Serokwezîr û Dadgeha Federalî, ji bo Fayeq Zêdan Serokê Dezgeha Dadwerî, bi rastî jî hewlên me hemûyan berdewam in, Ez Spasiya wan dikim ku, di vê mijarê bi Herêma Kurdistanê ra ne, bi Serokayetiya Herêma Kurdistanê ra ne, ew jî hevdengin ku nabe tu tiştek were kirin ji bo zêdetir parçekirina Herêma Kurdistanê neyê kirin. Min çi rojek destnîşan kiriye, û heta niha yê ku dibêjin min roja hilbijartinan guhertiye ew hemî ne rast in.

Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rola Îranê di çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê da, Serokê Herêma Kurdistanê got: Serdana me bi vê pêkhateya em hatine Tehranê û asta hevdîtinên me li Tehranê, ev hemû wê yekê ji me ra dibêje ku, me dest bi qonaxeke nû di peywendiyên xwe da kiriye. Ev ji bo me herduyan qonaxeke nû ye, divê em pir bi baldarî çavdêrî û parastina wê bikin û her pirsgirêkek di vê navberê da pêwîstî bi diyalog û têgihiştinê heye û berî ku pirsgirêk derkevin divê em wan çareser bikin. Serdan bi xwe ne serdaneke ku di şev û rojekê da pêk hatibe. Ev çend meh in em bi berdewamî dixebitin. Dîsa hem li Bexdayê bi saya rola Serokwezîrê Iraqê El-Sudanî di vî warî de bi rastî alîkar bû û me çendîn civînên nehênî yên dirêj li dar xistin ta ku îro em li Tehranê ne. Rola Komara Îslamî ya Îranê, tiştê ku me li vir ji hemû berpirsên Komara Îslamî ya Îranê bihîstiye, dixwazin her du aliyan teşwîq bikin ku bigihin rêkeftinekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Me ev yek di hemû rayedarên vî welatî de weke dostên herdu aliyan dît. Helbet weke dostekî hevpar, me jî daxwaz ji wan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da alîkariya me bikin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê naveroka hevdîtina xwe ya digel Rêberê Bilind yê Komara Îslamî ya Îranê, serdana çaverêkirî ya Serokomarê Îranê bo Bexdayê, vexwendina wî ji bo Hewlêrê û balkişandina medyaya Îranê bo serdana wî bo Tehranê ku weke Balyozê Aştiyê yê Herêma Kurdistanê li Tehran nasandiye, got: Derbarê civîna bi Rêberê Bilind yê Komara îslamî ya Îranê, ez şanaz bûm ku min ew hevdîtin digel cenabê wî hebû. Civînek pir baş bû. Gelek bi zelalî diyar kir ku, ew piştevaniya çareseriya aştiyane û diyalogê ya hemû pirsgirêkan dike. Ez nikarim têkevim hûrgiliyên hevdîtina me bi Rêberê Bilind yê Komara Îslamî ya Îranê re. Di derbarê Serokomarê Îranê da, erê, di civînê da behsa serdana wî ya bo Bexdayê hate kirin, di vê çarçoveyê de min wek Serokê Herêma Kurdistanê ew vexwendiye û hêvîdarim qebûl bike. Min vexwendnameyeke fermî ji wî ra pêşkeş kir ku di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê da serdana Herêma Kurdistanê jî bike. Ez wisa difikirim ku wî ew vexwendin bi ciddî girtiye û dê bi xwe li gorî dem û rewşê û hwd rûnên û binirxînin, lê wî bi erênî qebûl kir. Min ew manşêt nedîtiye, lê rola Herêma Kurdistanê bi giştî roleke aştiyane li navçeyê ye. Min di destpêka axaftina xwe da jî got ku, Komara Îslamî ya Îranê ji bo me welatek gelek girînge û pêşdebirina peywendiyan bi Îranê ra, wek Iraq û weke Herêma Kurdistanê ji kar û xebatên me yê pêşîn dibe.

Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsyareke din da li ser rewşa asayîşa herêmê got: Beşek ji civînên me li ser vê mijarê bûn, helbet hûn dizanin ku digel Iraqê me komîteyeke asayîşê heye. Nûnerê me di vê komîteyê da Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê kak Rêber Ehmed e ku, ew jî digel şandeya me di hemû civînan da beşdar bûye. Min di hemû civînan da bihîst spasiya rol û xebata Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di warê pêşdebirina dosyeya emnî da hatiye kirin. Lê bihêle ez behsa prensîba pirsê bikim ku, Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya gefan bo ser cîranên me, ez carek din dibêjim ku, Îran ji bo me cîraneke girînge, nabe hêzeke çekdar, bi ti nav û bi her awayî nabe li Herêma Kurdistanê bin û ji Herêma Kurdistanê werin nav xaka Îranê û çalakiyên leşkerî bikin û vegerin Herêma Kurdistanê! Kîjan welat vê qebûl bike?! Di kîjan hiqûqa navneteweyî da ev yek tê qebûlkirin? Herêma Kurdistanê jî wek cîran li ser Tirkiye, Îran û Sûriyê vê prensîbê dişopîne. Yanî ev prensîb di têkiliyên dualî yên digel welatan da prensîbeke tam rast e û Herêma Kurdistanê jî pêdagirê vê prensîbê ye. Di vê çarçoveyê da gelel kar hatiye kirin û karê baş hatiye kirin. Gelek ji nîgeraniyên Îranê yên derbarê mijarên ewlehiyê da, çendîn car spasiya Wezîrê me yê Navxweyî hatiye kirin. Belê kar maye were kirin, lê ya girîng ez hest pê dikim ku, em li ser rêyek rastin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi timamî. Divê ew partî rewşa Herêma Kurdistanê baş têbigihin û bi spasdarî jî ev yek kirine. Em hêvîdarin ku ew rewşê baştir têbigihin û em ber bi qonaxekê ve biçin ku, ev pirs êdî nebin mijara civînên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê.

Di derbarê qonaxa nû ya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û bandora li ser rewşa siyasî, aborî û emnî ya navçeyê û rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê da, Serokê Herêma Kurdistanê got: Gelek tişt hebûn û gelek dest hebûn ku bibû sedema wê yekê ku nîgeranî peyda bibin. lê sedema ji hemûyan girîngitir civîn digel hev kirin bûn. Her pirsgirêkek hebe bi her awayî be, eger civîn û mekanîzmek hebin ku nuha ew digel Tehranê li ser wê mekanîzmê rêkeftin ka ti awayê mekanîzmê hebe, eger pirsgirêkek serî hilda divê rê lê bê girtin, nabe îhmalê hebe ku piştî pirgirêk çêdibe êdî mirov rabe li çareseriyekê bigere. Me niha li ser mekanîzmekê li hev kiriye ku ez naxwazim li vir têkevim, lê wek prensîp me li ser wê mekanîzmayê li hev kiriye û dê bi nivîskî be û me li ser çawaniya pêkanîna vê mekanîzmayê li hev kiriye. Ji aliyê me ve wek Herêma Kurdistanê ev yek dê bandorê li bazirganiyê, asayîşa xelkê Herêma Kurdistanê bike û çûn û hatina welatiyên Kurdistanê ya Îranê û welatiyên Îranê ya hatina Herêma Kurdistanê bandorê bike, ku ji bo me gelek girînge. Di hevdîtinên ku me îro û duh li Tehranê pêk anî da, Ji bo pêşwaziya xweş ya heciyên ku çileya Îmam Hisên da çûne Kerbelayê çi pêşwaziyek germ li wan heciyan hate kirin, spasiya Herêma Kurdistanê û welatiyên Herêma Kurdistanê kirin, ne tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, belku welatiyên Herêma Kurdistanê jî. Ger welatek hatin û çûna bi vî rengî hebe, dê aboriya wî geş bibe û ewle be. Ev jî di berjewendiya her du aliyan da ye, Herêma Kurdistanê û Îranê. Ev destpêkek nû ye, emê peymanek nû çêkin û mekanîzmayek nû ava bikin da ku tiştan baştir bikin û rojekê nebînin ku pirsgirêkek din di navbera me de derbikeve.

Derbarê rola Îranê di cîbicîkirina rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, hûn dizanin ku berî demekê ez li Bexdayê bûm û min digel Serokwezîr û Serokê Dadgeha Federalî hevdîtin pêk anîbû û min hest pê kir ku li wir jî pirsgirêk ber bi çareseriyê ve diçin. Ew rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatiye kirin ku, min gelek car gotiye û li vir jî ez dibêjim Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdagire bi cîbicîkirina wê rêkeftinê û heta radeyek baş Hikûmeta Herêma Kurdistanê cibicîkiriye, em li benda wê yekê ne ku tişta ku bi Bexdayê ve girêdayî ye cîbicî bike. Êdî nabe mûçeyê mûçegirên Herêma Kurdistanê bibe nûçe, eveye armanca me nabe dubare bibe. Di civîna sê alî da, min, Serokwezîr û Serokê Dadgeha Federalî, me li ser wê prensîpê li hev kir ku her çend di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da pirsgirêk hene, lê mûçeyên Herêma Kurdistanê bi pirsgirêkên navbera her du aliyan ve nayê tevlihev kirin..

Di bersiva pirsiyara dawî da li ser daxwazên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê bi hevre li ser mijarên ewlehî û zêdetir hevkariyên aborî de, Nêçîrvan Barzanî got: “Belê, di warê ewlehiyê da daxwaziyên me hebûne, lê dê di komîteya asayişê da ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê nûnerê Herêma Kurdistanê ye û berpirsê wê dosyeyê ye, were gotûbêjkirin. Me di van hevdîtinan da jî bi zelalî behsa nîgeraniyên Herêma Kurdistanê kiriye. Emê vê yekê di çarçoveya mekanîzmaya ku min ji we ra behs kir da nîqaş bikin. Pirsên çandî û hwd.. Bê guman em ê werin ser van pirsgirêkan, lê ya ku niha li pêş me ye ji holê rakirina van fikaran û pirsgirêkên ku niha hene. Em hêvîdarin ku ev arîşeyên hanê çareser bibin û wek du cîranên pir nêzîk, di hemû waran da, di warê çandî, xwendina bilind û di hemû waran da, bi Komara Îslamî ra peywendiyên baş deynin.