Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya roja şemiyê 16.11.2024 ê li bajarê Silêmaniyê, beşdariya merasima derçûna çaremîn dewra perwerdeya efseran ya li Kolêja Leşkerî ya Qelaçolanê kir.
Di merasîmê da ku, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cexfer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmerge û hejmarek ji berpirsên leşkerî û sivîl û kesûkar û malbatên derçûyan amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir:
Derçûyên hêja,
Dê û bav û xizmên hêja yên derçûyan,
Beşdarên hêja..
Roj baş.
Hemû alî bi xêr bên ji bo merasîma derçûna dewra çaremîn a rahênana efseran ya li Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê.
Bi xêrhatina Şenaz Xan xanima yekem a Iraqê dikim ku bi me re beşdarî vê merasimê dibe.
Ji bo me hemûyan cihê şanazî û keyfxwesiyê ye ku bi saya vê saziya pêşkeftî ya leşkerî, em beşdariyê di merasima derçûna grupek nû ya berevanên welat û beşeke girîng û sereke ji dahênerên paşeroja geş a Kurdistan û Iraqê da dikîn. Îro rojeke taybete ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê, ku em berhema hewlên keda mezin ya derçû û mamostayan dibînin.
Ez gelek dilşa me ku (769) xortên welatê me, bi rûtîneke nû, çekdar bi zanyarî û dîsîplîna leşkerî ji vê kolêja leşkerî ya jêhatî derçûn. Ya ku ji bo me hemûyan xweştir û serbilindtire ewe ku 48 ji derçû ku îro derçûne jin in. Niha piştî neh mehan xwendin û perwerdeyê derdiçin û pileya Mulazim werdigrin. Xwîneke nû bi hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de didin. Em di wê baweriyê da ne ku, dema xelkê Kurdistanê van dîmenên nuha bibîne hest bi serbilindiyê dikin.
Ji dil û can germtirîn pîrozbahî û spasiyên xwe pêşkêşî derçûyên hêja û malbatên wan dikim ku, di heyama xwendin û perwerdeyê da piştgirî û cesaret dane wan. Herwiha spasiya xwe ya taybet pêşkêşî mamosta û berpirsên Koleja Serbazî dikim ji bo hewlên wan yên berdewam yên ji bo amadekirin û perwerdekirina vê nifşê hêvîbexş û dilsoz ya Kurdistan û Iraqê.
Derçûyên hêja!
Xwestek we ya tevlîbûna zanîngeha leşkerî piştî qedandina zanîngehê, ev nîşana wefadariya we, pêgihîştina rewşenbîrî, hesta kûr a welatparêzî û berpirsiyariya we ya bilind e. We rêyek hêsan nehilbijartiye, belkî rêya dijwar ya rûmet û serbilindiyê hilbijart ku rêya xizmetkirina welat û parastina destkeft û nirxên bilind yên gelê me ye.
Perwerde û paşxaneya we ya akademîk û pisporiya we ya zanistî di jiyana we da sermayek mezin e. Helbet dê hêzên me yên çekdar dewlemendtir bike. Şiyan û jêhatîbûna we ya ji rûbirûbûna dijwariyên niha û paşerojê xurtir û zêdetir bike. Ev destpêka werçerxanek girîng e di dîroka Pêşmerge û hêzên çekdar yên Herêma Kurdistanê da.
Bi taybetî û bi şanaziyek mezin beşdarbûna keç û jinên Kurdistanê di nava refên pêşmerge û hêzên me yên çekdar da di vê rojê da bilind dinirxînim. Di dîroka têkoşîna gelê me da jinên Kurdistanê îspat kirine ku di avakirina welat û parastina ax û welat da hevkara sereke û bi bandorin. Di vî warî da gelek qurbanî dane ku hêjayî rêz û şanazîyê ne. Hebûna jinan di saziyên leşkerî û ewlekarî da ne tenê nîşana pêşketina civaka me ye, belkî îsbata baweriya me ya kûr bi wekhevî, dadperwerî û hevpariya rasteqîne di cîbicîkirina erkên netewî û karên girîng da ye.
Dîroka Pêşmerge tomareke zêrîn a tijî şanazî ya qehremanî û qurbanîdana ji bona Kurdistanê ye. Ji roja damezrandina xwe ve heta îro, Pêşmerge ev hêza birûmet e ku, ji bo parastina Kurdistanê û destkeftên wê hertim bûye mertaleke pola ya bihêz. Di van bi dehan salên borî da ji bo parastina azadî, mafên rewa û rûmeta gelê Kurdistanê têkoşiyane. Karwanek dirêj yê şehîdên serbilind û qehreman pêşkêşî Kurdistanê kirine. Îro jî bi heman ruhê welatparêzî û fedakariyê destkeftiyên demokratîk û destûrî yên gelê me diparêzin, berdewamin û dest jê bernadin. Di vê rojê da em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin ku, xwîna xwe ji bo parastina Kurdistanê û destkeftiyên wê dane, bîranîna wan her dem zindî dimîne.
Derçûyên hêja!
Keç û kurên ezîz!
Derçûna we îro ne dawiya rê ye, lê destpêka qonaxek nû û girîng di jiyana we da ye. Destpêka rêyeke tijî bexşîn, fedekarî û xizmetkirina gel û welat e. Ew zanîn, zanist û ezmûna ku, we di vê kolêja resen da bi dest xistiye ji bo xizmetkirina welat û gelê me çek û amûrên bi hêzin. Tevlîbûn û peywendîkirina we ya bi saziya leşkerî ra, ji bo parastina ewlekarî, aştî û aramiya welatê me, berpirsiyariyeke mezin a dîrokî û neteweyî dixe ser milên we. Di vê rojê da em Serok Mam Celal bi bîr tînin ku, ji sala 1992an ve hizra damezrandina vê kolêja leşkerî ya ji bo xizmetkirina Kurdistan û welat kiribû.
Me li Herêma Kurdistanê baweriyeke kûr û bihêz heye ku divê Pêşmerge û hêzên me yên çekdar saziyeke serbixwe ya neteweyî û pîşeyî bin. Ji her cure nakokiyên siyasî û hizbî dûr bikevin. Divê ev hêz ser bi gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bin.
Pêşmerge jî beşeke serekî û girîng a sîstema berevaniya Iraqê ye. Lewma erkê Iraqê ye ku, bi her awayî û di hemû waran de piştevaniya Pêşmerge bike û bi hêz bike. Em bi berdewamî û bi ciddî ji bo bihêzkirina şiyan û pêşxistina şarezayên Pêşmerge kar dikin, da ku bi baştirîn awayî rûbirûyê hemû kêşe û gefan bibin û wek her car bibin mertalê pola yê parastina Kurdistanê.
Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê û hêzên me di şerê dijî terorîstan û rêxistina terorîst a DAIŞê da, bi kiryar û xwîna xwe îsbat kirin ku di asta berpirsyariya dîrokî û netewî da ne. Li her derê Kurdistanê xwîna pêşmergeyan têkel bû. Kesî nepirsî ka kîjan kesk e û kîjan zer e. Hemûyan xwîna xwe ji bo xizmeta welat û Kurdistanê kirin qurbanî. Ji qehremanî, profesyonelî, cesaret, qurbanîdan û fedakariya welat ra mînakeke baş û nedîtî nîşan dan. Di vê qonaxê jî da ku, hê jî teror û tundrewî gefên rastî û yê metirsiyê ne, em tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Hevpeyman dikin.
Her wiha di vê rojê da ji bo piştevanîkirin û alîkariya berdewam ya Iraq û Herêma Kurdistanê, divê em spasiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî bikin. Bi taybetî em spasiya alîkarî û piştevaniya wan dikin di hewlên çaksazî û yekxistina Pêşmerge di bin sêwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku bibe hêzeke niştimanî û parêzerên destkeftên Herêma Kurdistanê digel hemû pêkhateyên wê bin.
Raste di vê qonaxê da û di vê rê da astengî û pirsgirêk li pêşiya proseyê hene, lê tevî her tiştî, raste gav hêdî dimeşin, lê pêşveçûnek baş heye. Em gelê Kurdistanê û dostên xwe yên di hevpeymaniya navdewletî da piştrast dikin ku îradeya me ya ciddî heye û heta serkeftin û yekgirtina Pêşmerge dest jê bernadin.
Xûşk û birayên hêja!
Pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn ewlekarî û aramiya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî dixe metirsiyê. Em li Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê dikin ku, divê Iraq ji nakokî û pirsgirêkên herêmî dûr bimîne. Pêwîstiya Iraqê bi aştî, aramî û geşepêdana domdar heye, ne ku bi bêhtir qeyran, nakokî û pevçûnên zêdetir.
Piştî dîrokeke bi êş, azar û wêrankirinê, bi destên şerên yek li pey yê din, êdî Iraq nuha pêwîstî bi aştî û aramiyê heye, da ku bikaribin xêrûbêr û dewlemendiya welatê xwe ji bo avadankirin, geşepêdan û pêşxistina hemû beşên jiyanê bikar bînin. Xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê, bi hemû deverên xwe ve, zêdetir hêjayî jiyan û xizmetguzariyê ne, ne ku tevlî wê aloziya ku îro li navçeyê heye bibin.
Em dûbare dikin ku, Herêma Kurdistanê dê wek faktora aştiyane li navçeyê bimîne û ji bo parastina aştî û aramî û pêkvejiyana aştiyane ya hemû aliyan dê destê hevkariyê dirêjî hemû aliyan bike.
Ezmûna me ya bi dehan salan li Herêma Kurdistanê me hîn kirin ku, diyalog, lihevtêgihiştin û danûstandinên berdewam tekane rêya guncaw û raste ji bo çareserkirina nakokiyan û derbaskirina qeyranan. Em di wê baweriyê da ne ku, bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera hemû pêkhateyên Iraqê da garantiyeke rastîne ji bo avakirina Iraqeke federal a demokratîk ku rêzê li piralî û cudahiyan bigre û maf û azadiyên hemû pêkhateyan biparêze.
Birêzan!
Bi berçavgirtina qonaxa siyasî ya hestiyar ya piştî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ku, hilbijartineke serkeftî bû û nêzîkî ji sedî 72 ê gelê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bû ku, ev yek jî bi hemû pîvanan serkeftina Kurdistanê bû. Ez daxwazê ji hemû aliyên serkeftî dikim ku, berjewendiyên bala yên welat di ser hemû tişta ra deynin û ji bo avakirina hikûmeteke bihêz û bi bandor dest bi diyalogeke ciddî, berpirsiyar û avaker bikin. Hikûmetek ku bersivê hêviyên gel bide û bikaribe bi serfirazî rûbirûyê metirsî û kêşeyên heyî û paşerojê bibe.
Herwiha tekezî li ser pêwîstî û girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser bingeha destûr û rêkeftinên siyasî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da dikim. Iraqeke ku bikaribe li hember metirsiyên rewşa aloz a li herêmî bisekine, divê bi bê cudahî, Iraqeke hemû pêkhateyan be. Iraqek ku di warê pratîkê da jî ji bo hemû Iraqiyan be, her kes hest bike ku hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li Iraqê di biryardan û birêvebirina siyasî û îdarî ya welat da wek hevin û xwe bi xwediyê Iraqê bizanin.
Careke din ji dil û can pîrozbahiyê li derçûyan û malbatên wan yên birêz dikim, bi taybetî spasiya fermande û berpirsên Kolêja Leşkerî ya Qelaçolan û hemû yek bi yek mamosta û rahêneran dikim ji bo xebatên wan yên bi dilsozî û keda wan ya ji dil û can û ya berdewam di amadekirina vê nifşê welatparêz ku hêviya Kurdistanê û paşeroja welatê me ne.
Hêvîdarim ku hûn hemû di xizmeta welat û gelê me da serkeftî bin. Ji bo parastina yekrêzî û pêkvejiyanê, pêşxistina çanda xweş a hevdu qebûlkirin, pêkvejiyan û toleransa li Kurdistana Iraqê da ku yekane rêya me ya paşerojê ye.
Xwedayê mezin welatê me biparêze.
Silav li ser giyanê şehîdan be.
Silav li we û rojek xweş ji we ra dixwazim,
gelek spas.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Em dest ji îradeya xwe ya ciddiya ji bo yekxistina Pêşmerge bernadin
2024-11-16T10:15:00.000000Z