Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em dikarin gelek tiştan ji ezmûna serkeftî ya Koreya Başûr fêr bibin.

2024-09-12T16:00:00.000000Z
Gotar

Êvariya roja pêncşemê 12.09.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya merasima 20 saliya hatina Tîma Zeytûn a Koreya Başûr ya Herêma Kurdistanê kir ku, ji aliyê Konsulxaneya Koreya Başûr a li Herêma Kurdistanê ve hatibû sazkirin.

Di vê merasimê da ku, hejmareke berpirs û Wezîrên Herêma Kurdistanê, dîplomatên Koreya Başûr, kesayetiyên akademî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir ku eve jî naveroka wê gotarê ye:

Amadebûyên birêz!
Mêvanên ezîz!
Êvar baş!
Anyo Haseyo!

Hemû alî bi xêrhatin merasima 20 saliya hatina Tîma Zeytûn ya artêşa Koreya Başûr ya Herêma Kurdistanê û destpêkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Koreyê da. Ez dixwazim bi taybetî bixêrhatina birêz Choi Sung-soo Balyozê Koreya Başûr li Iraqê bikim. Ev salveger û têkiliyên Koreya Başûr bi Herêma Kurdistanê ra ji bo me gelek girîngin.

Peywendiyên di navbera Koreya Başûr û Iraqê vedigerin dawiya salên 80an sedsala borî, lê belê beriya 20 salan ti peywendiyên Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr tunebûn. Herdu alî jî ji hev xerîb bûn. Dema ku yekem tîma leşkerî ya Koreya Başûr, Tîma Zeytûn, di Îlona 2004ê da gihîşt Hewlêrê ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê, ev gava yekem bû ji bo avakirina peywendiyên dualî.

Ev di demekê da bû ku, Leşkerên Koreya Başûr, piştî proseya rizgarkirina Iraqê, bûne beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ji bo alîkariya proseya nûavakirina Iraqê. Erka Koreya Başûr li Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de, ne tenê erkekî serbazî û aborî bû, belku erkekî mirovî û aştiyane bû ku, li ser bingeha soz û hesteke kûr ji bo alîkarî û hevkariyê hatiye avakirin.

Hîngê ew wek dost bi navê Zeytûnê ku, tê wateya aştî, bextewarî û dirêjkirina destê alîkariyê, hatin Herêma Kurdistanê. Hê jî xelkê Herêma Kurdistanê ew hevoka ku li ser otobûsên ku wek diyarî ji Herêma Kurdistanê ra anînbûn li bîr e ku nivîsî bû: Em dostên we ne. Bi hatina xwe re gel û çandek nû ya Rojhilata Navîn nas kirin û gelê Kurdistanê gelek aliyên taybet yên Koreya Başûr nas kirin.

Her çiqas Tîma Zeytûn leşkerî bû jî, lê belê alîkarî û piştgiriya mirovî pêşkêşî welatiyên Kurdistanê dikir. Ev destpêka vekirina nûnertiya dîplomasî ya Koreyê li Herêma Kurdistanê bû ku, di sala 2016an da nûneratiya dîplomasî ya balyozxaneya Koreyê ya asta konsulxaneyê hate bilindkirin.

Tevî ku Nexweşxaneya Zeytûn leşkerî bû jî, lê deriyên xwe ji welatiyan ra vekir û di warê tendirustiyê da çareserî kirin. Li parka Şehîd Samî Ebdulrehman pirtûkxaneyek vekirin û bi gelek wezaret û saziyên hikûmetê ra hevkarî kirin. Leşkerên endamê wê tîmê bi welatiyan ra têkiliyên dostane danîn û çand û kevneşopiyên Koreyî bi gelê Kurdistanê ra dan naskirin. Çend çîrok û rêzefîlmên koreyî di nav temaşevanên Kurd da gelekî populer bûn.

Ajansa KOICA gelek xizmet kiriye û heta niha jî xizmet û erkên xwe li Herêma Kurdistanê berdewam dike. Di avakirina zêdetirê 60 dibistan, 15 navendên tendirustî, nexweşxane û pirtûkxaneya Zeytûn û gelekên din da rolek girîng lîst û
alîkarî di damezrandina Enstîtuya Kurdistan ya Rêveberiya Giştî û damezrandin û aktîvkirina sîstema kirîna elektronîk da kir. Ev hemû û gelekên din ji kar û xizmetên Koreya Baṣûr ya li Herêma Kurdistanê bûn.

Ev destpêka têkiliyek bû ku hîn jî pir dostane ye û piştî bîst salan, îro rol, bandor, hebûn û şûntiliyên dostên me yên Koreyî di gelek warên cuda de li Herêma Kurdistanê bi zelalî xûyaye. Dostên me yên dilsoz û pir baş bûn û em spasiya hemû alîkariyên wan dikin.

Min bixwe bîranînên xweş û zîndî digel yekem serdana min ya Koreyê hene. Em ê tu carî wê germahî û dostaniyê ji bîr nekin ku dema em gehiştin Balafirgeha Seulê bi Kurdiyeke gelek xweş û şirîn pêşwaziyê li me kirin. Niha jî ku em 20 saliya wê destpêka girîng bi bîr tînin, Koreya Başûr, gel, çand û bandora wê ya ji bo gelê Kurdistanê bi tevahî naskiriye.

Bi gelek kar û xizmetên ku Koreya Başûr, Tîma Zeytûn, Ajansa KOICA û şîrket û hevparên me yên Koreyî li vir pêşkêş kirine û dikin, hîn jî dostaniyeke xurt di navbera me her du aliyan da heye û berdewam e.

Em li Herêma Kurdistanê bi van peywendiyan gelek kêfxweş û serbilindin. Em dixwazin û çavê me li bendê ye û em amadane ku li ser esasê berjewendiyên hevpar hevkariya xwe di hemû waran da zêdetir berfireh bikin.

Birêzan

Çîroka serkeftina bêhempa ya Koreya Başûr ji bo tevahiya cîhanê pir balkêş û îlhambexş e. Herêma Kurdistanê û Iraq dikarin gelek dersên bi mifa û kêrhatî jê sûd werbigrin. Koreya Başûr ji encamên piştî şerî û aboriyek wêran dinaland, lê bi alîkariya navneteweyî, wê giranî û fokusa xwe xiste ser avakirina mirovan û saziyên bingehîn. Di encama plansaziya stratejîk, destpêşxerî û nûbûnê da, Koreya Başûr, ji wêraniyê û rewşa dijwar û paşkeftî, bûye çardehemîn aboriya herî mezin a cîhanê. Ew bûye yek ji kapasîteyên herî hêzdar yên teknolojiyê. Wê mohra xwe li pêşkeftina teknolojî û zanistê li çaraliyê cîhanê xist.

Di sala 1971an da, yek ji tiştên herî jîr û rast ku Koreya Başûr piştî şer kir, damezrandina Enstîtuya Pêşkeftina Koreyê bû. Enstîtuyê bi serfirazî siyaset û stratejiyên ji bo vejîn, pêşkeftin, pêşxistina aborî û ji nû ve avakirina mirovî û civaka Koreyî amade kir.

Piştî çend salan encam û bandora mezin a xebata enstîtuyê bi zelalî li ser pêşkeftin û mezinbûna aboriya Koreyê derxist holê. Em dikarin li vir li gor rewş û pêdiviyên Herêma Kurdistanê tecrûbeya wan dubare bikin.

Wefadarî, dilsozî û girêdana hevwelatiyên Koreyî bi welatê xwe, bi ax, welat û gelê xwe, bawerî û hêviya wan bi paşerojeke baştir, ked û fedakariya wan û hokarên din sedemên sereke yên serkeftina welatê wan bûn. Ev hemû jî ji perwerde, fêrkirin û pêgihandina rast derdikevin.

Bi giştî, serpêhatî û çîroka Koreyê ji me û hemû mirovatiyê ra dibêje: Ger îrade û xwesteke pêşkeftin û veberhênana li ser mirovan û pêşxistina şiyanên wan hebe, her gav derfetek heye ku tu miletek û neteweyek li paş nemîne û her tim rêya serkeftinê û gehiştina bi armancên bilind li pêşberî gelan vekirî ye.

Bi vê minasebetê, em tekezî li ser hevpariyên xwe yên bi Koreya Başûr ra dikin. Herêma Kurdistanê di hemû waran da jîngeheke baş a veberhênanê û derfetên baş ji bo kerta taybet a Koreya Bașûr heye.

Ew dikarin di warê pêşxistina jêrxana Herêma Kurdistanê da, di warên zanistî, teknolojiyê, çandî û gelek warên din da pitir aktîv û bi bandor bin. Asoya peywendiyên me ji bo mifa û berjewendiya her du aliyan dikare zêdetir berfirehtir û giştgîr bibe û em dikarin van çalakiyan berdewam bikin.

Di dawiyê da, piştî bîst salan, ez dixwazim li vir ji Hewlêrê bi navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê spasiya her yek ji endamên Tîma Zeytûn dupat bikim. Ez silavên xwe ji Hewlêrê jê ra dişînim, ez dixwazim ji vir silav û hezkirinên xwe yên taybet ji general Hwang ra yekem Fermandarê Tîmê, ji efserên birêz Park, Kim, Lin û hemû yên din ra dişînim. Ez ji wan ra dibêjim: Em bi naskirina wan pir kêfxweş in, em bêriya wan dikin niha û li ku derê bin, ji wan re jiyaneke dirêj, bextewarî û serkeftinê dixwazim.

Ji bo rêkxistina vê merasimê spasiya Konsulusê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê û tîma konsulxaneyê dikim û careke din bixêrhatina we hemûyan dikim.

Ez ji we hemûyan ra êvarek xweş dixwazim. Di dema ku ez çûbûm Koreya Bașûr, ez fêrî vê gotinê bûm: Kamsahamnida.

Gelek spas