Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo her alîkarî û piştevanîkirina proseya aştiya li Tirkiyê amade ne.

2025-02-17T10:00:00.000000Z
Nûçe

Îro danê nîvro roja duşemê 17.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Îmraliyê kir ku ji bo gotûbêjkirina xebatên proseya aştiya li Tirkiye yê li Herêma Kurdistanê ye.

Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî bi hemû awayî alîkarî û piştgîriya xwe ya ji bo serxistina proseya aştiya li Tirkiye yê nîşan da û, her wiha vê proseyê bi derfeteke girîng û dîrokî nirxand ku divê her kes ji bo serxistina proseyê û biratiya Kurd - Tirk bixebite, ji ber ku aştî ji bo hemûyan li Tirkiyê û navçeyê pêwîste.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha got: “Me her ji destpêkê ve hertim kar ji bo proseya aştiyê kiriye ku, pirsgirêk bi awayeke aştiyane bêne çareserkirin, ji ber ku ezmûnan îsbat kiriye ku şer û çek tu pirsgirêkan çareser nakin. Her wiha hêvî xwest ku PKK bi awayekî stratejîk li pêvajoyê binêre û pêwîste ev derfet ji dest neçe.

Ji aliyê xwe ve, şandeya Îmraliyê rêz û silavên taybetî yên birêz Ebdula Ocelan gihandin Serok Nêçîrvan Barzanî û ronahî xistin li ser gavên pêvajoyê. Her wisa şandeya mêhvan rol û xebatên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo proseya aştiyê ya bihûrî û ya niha bilind nirxandin û daxwaz ji Serok Nêçîrvan Barzanî kir ku li ser hevkarîkirin û piştevaniya xwe ya ji bo serxistina vê proseyê de berdewam be.