Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja duşemê 27.05.2024ê li bajarê Hewlêrê, beşdariya Kongreya “Qanûna Rewşa Kesî” ya Mesîhiyan li Iraqê kir ku, ji aliyê Zanîngeha Katolîk a Hewlêrê ve hatibû rêkxistin.
Di konferansê da ku, hejmarek wezîr, berpirsên Herêma Kurdistanê, akademîsyen û kesayetiyên olî yên navxwe û derveyî Iraqê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir.
Amadebûyên hêja,
Mêvanên ezîz..
Êvar baş.
Ez gelek kêfxweş im ku, we hemûyan li Hewlêrê dibînim û em hemû bi hev ra li ser mafên pêkhateyeke resen ya olî ya gelê me ku, Mesîhî ne, gotûbêj bikin. Helbet bi amadebûna me hemûyan li vir, emê zêdetir aramiyê bidin mesîhiyên Herêma Kurdistanê û mesîhiyên li seranserê Iraqê. Em hemû piştevaniya vê kongreyê dikin ji ber ku bi armanca dabînkirina mafên rewa yên Mesîhiyan bi rêya diyalog û rêyên yasayî û destûrî li seranserê Iraqê ye.
Dixwazim destxweşiyê li birêzan; Metran Beşar Werda, Serokatiya Zanîngeha Katolîk a Hewlêrê û serpereştkaran bikim ji bo rêkxistina vê konferansê li ser mijareke gelek girîng û rojev ku, ew jî amadekirina reşnivîsa Yasaya Rewşa Kesayetî Mesîhî li Iraqê ye. Ez bi dilgermî bi xêrhatina wan mêvanên birêz yên Kristiyan ku, ji Lubnan, Sûriye û Urdunê hatine, dikim. Hêvîdarim bi ezmûna xwe beşdariyeke kêrhatî ji bo gotûbêjên vê kongreyê hebe û rojên xweş li Kurdistanê derbas bikin.
Amadebûyên hêja..
Em hertim piştgîriya daxwaz û mafên Mesîhiyan û hemû pêkhateyên Iraqê dikin, ji ber ku ew piştevaniya me bi dîroka dirêj a bawerî û çanda pêkvejiyana aştiyane û wekhev li Kurdistanê ve girêdayî ye. Herwesa ew piştgiriya me bi destûra Iraqê ve girêdayî ye ku, gelê Iraqê deng li ser daye û pesend kiriye. Madeya çil û yekê ya Destûra Iraqê dibêje: “Iraqî azad in ku li gorî ol, mezheb, bawerî û tercîhên xwe li ser rewşa xwe ya şexsî tevbigerin û ev yek jî bi qanûnê tê tertîb kirin.”
Ew Maddeya Desturê heta niha nehatiye bicihanîn. Bikarkirina vê maddeyê û hebûna qanûneke kesayetî ji bo olên ku taybet be bi wan be, dê wisa bike ku, mafên mesîhî, Êzdî, Sabeyî, Mandayî û hemû olên li Iraqê mafên wan bên parastin. Ev kongre gaveke pir girîng ya praktîkî ye, ji ber ku rê li ber diyalog û çareseriyeke guncaw ji bo daxwaz û mafên Mesîhiyan vedike û em jî piştgiriya daxwazên destûrî yên wan û hemû pêkhateyên Iraqê dikin.
Amadebûyên birêz...
Nebûna qanûneke taybet; Qanûna Rewşa Kesayetî ya Mesîhiyan dibe sedem ku, li gorî qanûnek ku bi ol û baweriya wan ra ne lihevhatî be, tevbigerin! Ev tiştekî pir xerab e, bandoreke pir xerab li ser malbat û pêkhateya mesîhî li Iraqê dike. Em ji gelek dosyayên ku bûne sedema nîgeran û nerehetiya me hatine agahdar kirin, ji ber ku jiyan û çarenivîsa gelek zarok, keç û jinan dixe ber pirsgirêk û aloziyan, nemaze di warê mîrasî, berdan/telaq û ferzkirina bi zorê ya ol û baweriyê da. Dema bav an dayikek mesîhî ola xwe diguherîne!
Li gor baweriya me, ne mimkin e ku ola zarokekî ku hê di bin hejdeh salî da ye û di atmosfera oleke din da dijî, biguhere. Ji ber vê yekê, em piştgirî didin vê pêşniyarê ku gava bav an dêyek mesîhî ola xwe biguherîne, zarok û ciwanên wan xwedî mafê bijartina ola xwe bin dema ku, ew gihîştin hejdeh salî. Bi heman awayî, di derbarê mîrasê da, divê li gorî qanûnek ku bawerî û dînê Xirîstiyanî li ber çavan bigire, were meşandin..
Amadebûyên birêz...
Di hemû mijarên Yasaya Rewşa Kesayetî da, divê çareseriyek li gorî xwestekên Mesîhiyan û li gor prensîbên pêkvejiyanê û wekheviya mafên hemû pêkhateyên Iraqê hebe. Nabe bi navê yasa û bi rêya qanûnê pirsgirêk û astengî di nava pêkhateya Xiristiyan da çêbibin. Em ne bi wê needaletî û newekheviyê ra ne. Ev mafekî destûrî ye ji bo Xiristiyanan ku li ser bingeha ol û baweriya xwe di karûbarên xwe yên kesî da azad bin.
Ji ber wê jî daxwazê ji aliyên beşdar di nivîsandina destûra bingehîn a Iraqê û fraksiyonên Parlamentoya Iraqê da dikim ku bi cidî li ser vê pirsê bisekinin û bi berçavgirtina daxwaz û mafên Mesîhiyan û olên din hewl bidin di zûtirîn dem da çareser bikin.
Ez ji dadwerên birêz daxwaz dikim ku, bi çavekî pir însanî li ser vê dozê tevbigerin, ji ber ku gelek malbat ji ber van pirsgirêkan ji hev qetiyane, têkiliya di navbera dê û bav û zarok û xizmên wan da bi tevahî qut bûye, û nebûna ewlehiya malbatê bûye sedema gelek malbatên Xiristiyanan koç bikin û ji Iraqê derkevin.
Daxwazê ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê yên Kurdistanê û hemû alim û oldarên rêzdar li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî dikim ku ji bo çareserkirina ew pirsgirêkên ji encamê şirovekirinên nerast û cîbicîkirina yasayan ji dîtina Îslamê ve rûbirûyê mesîhiyan dibin, hevkar û alîkar bin.
Yek ji prensîbên herî eşkere yên Îslamê ew e: Olê bi zorê li ser kesên din ferz neke. Ez bawer im hûnê bibin hevkarekî gelek baş, ji ber ku hûn rêzdarên oldarên îslamê hevkar û alîgirên pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne.
Dixwazim spasiya Yekîtîya Zanayên Olî yên Îslamiya Kurdistanê bikim ku ji bo serastkirina Yasaya Rewşa Kesayetî ya Iraqê li Herêma Kurdistanê û di mijara mîratê da alîkar bûn. Her wiha alimê nemir û mamostayê mezin Dr. Mistefa Zalmî û hemû çalakvanên mafên jinan yên ku di vê pêvajoyê da beşdar bûn, bibîr tînim.
Birêzan.
Ez bi xwe li herêmeke ku perestgehên olan li kêleka hev bûn û bawermendên wan hemû olan bi hezkirineke mezin bi hev ra dijiyan de, mezin bûm. Di sala 1983an da bi Barzanîyan ra gelek Xiristiyan hatin Enfal kirin. Gelek Pêşmerge yên Xiristiyan bi qehremaniya xwe di şoreşa Kurdistanê li hemû aliyên vî welatî da navdar bûne.
Em li Kurdistanê her tim çarenivîs û jiyana me bi hev ra bûye. Kurdistan di nav wan hemû komkujiyên li herêmê hatin kirin, Kurdistan her tim cihê jiyana neteweyî û olî maye. Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê tevgera parastina hemû neteweyên Kurdistanê bû, bi tenê tevgera parastina Kurdan nebû. Ji ber wê jî parastina mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê erkê me ye û baweriya me ya neguherî ye li Herêma Kurdistanê.
Di yekemîn dewra Parlamentoya Kurdistanê û di yekemîn kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, cihê mesîhiyan li ber çavane. Em her welatiyekî mesîhî piṣtrast dikin ku emê hemû hewlên xwe bidin ji bo parastina aramiya jiyana malbatî û civakî li Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Emê hewl bidin ku di hemû waran da beşdarbûn û şirîkatiya hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bixin. Me bawerî bi pêkvejiyaneke rasteqîne û wekhev heye. Ez di wê baweriyê da me ku, mafên wekhev ji bo her kesî wateya rastîn a jiyana hevbeş dide.
Em careke din dûbat dikin ku, bi sudwergirtin ji rabirdûyê, Iraqa nû tenê yek rê ji bo serketin û pêşkeftinê heye: pëkvejiyan û beşdariya hemû pêkhateyan di rêvebirina welat da. Îhmalkirin û tepeserkirina her pêkhateyekê jî, rewş û çarenivîsa welat têk dibe û nabe ti pêkhate jî li Iraqê bi biçûk yan kêm bê dîtin.
Ji kongreya we serketinê dixwazim. Piştrast bin ku we hemû piştgiriya me heye û Kurdistan dê hertim bibe welatê pirdengî, bihevrejiyan, hevqebûlkirina aştiyane û tolerans ji bo hemû ol û neteweyan bimîne.
Gelek spas û bi xêr hatin.