
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotarek da ku îro dûşem 28.07.2025 li Hewlêrê li çalakiyeke rêxistina Yezda ya Êzdî û rêxistina German Cooperation ya Almanî da ji bo bîranîna yanzdeh saliya jenosayda Êzdiyan de hate pêşkêş kirin, ji bilî wê yekê rewşa Êzdiyan xisterû, tekez li ser pêdagiriya pêşkêş kirina hemû piştevanî û piştgîriyeke ji bo Êzdiyan û parastina mafên wan kir.
Birêz Dilşad Şahab, Yarîdederê Serok û Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi Nûnerayetiya Serok Nêçîrvan Barzanî û bi şandeke Serokayetiyê re, beşdariya çalakiyê da kir û gotara rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Di gotarê de Serok Nêçîrvan Barzanî dakokiyê li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir nasandina jenosayda Êzdiyan li kar û hewlên xwe yên li ser asta navdewletî de berdewam dibe. Her wiha Êzdiyan piştrast kir, heta ku yek revandiyên Êzdî mabê, karê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan, ya ji bo rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan de berdewam dibe.
Ev e jî naveroka gotarê ye:
Amadebûyêt hêja!
Roja hewe bixêr!
Hun hemî bi xêr hatin bo vê rêwresmê..
Çend rojêt kêm yêt pêşiya me, em dê bîrhatina bi jan û êş ya yazdeh salî ya Jenosayda Êzdiyan keyn. Her sal Herêma Kurdistanê bi hemî pêkhatêt xo ve, wekî çendîn bîrhatinêt dî yêt tall, bi xemeka kûr, vê bîrhatinê zindî diket, û bi rêz û wefadarî, hemî qurbaniyêt wê tawankariya sedsalê, bi bîr tînît. Komkujiyeka kêm wêne ya dîrokê, ku rêkxirawa terorîstî ya Da'îş, li Şingalê û deverêt Êzdiya, li hember xelkê sivîl û bêgunehê me yê Êzdî, encam da.
Em destxoşiyê li vê çalakiyê dikeyn ku rêkxirawa Yezda bi harîkarîya rêkxirawa German Cooperation, bo saxkirina vê bîrhatinê, rêkêxistiye. Herwesa cihê destxoşiyê ye ku revandî yêt keç û xortêt Êzdî yêt rizgarbûyêt destê Da'îş, rolê serekî bo amadekirin û sazkirin û birêvebirina vê çalakiyê gêraye. Ev e nîşanê hêz û rijdî û îrada wan ya mukime bo rabûnevê û berdewambûnê.
Pîrozbahiyê li wan jî dikem yêt ku bi şêweyekê serkeftî, bernamê meşqkariyê yê (mafêt xo bizane) bi dumahî înay, herwesa hemî piştevaniyê li maf û serinc û têbînî û pêşniyar û daxazêt rizgarbûya derbarey (yasaya rizgarbûyêt Êzdî) li Iraqê dikem.
Erkê me ye em evro lêre bîn. Em li vêrêyne da ku amadeyî û pêgîriya xo bo pêşkêşkirina hemî piştevanî û her piştgîriyekê bo hevwelatî yêt xo yêt Êzdî, dubare bikeyn. Da bêjîne wan: hun ne bi tinê ne. Wekî hergav em digel heweyne, û hergav dê digel hewe bîn.
Digel hemî êş û janêt çûyî, em bi umêd li paşerojê dinêrîn. Destê me di destê êk da, dê pêkve bîn û dê pêkve kar keyn bo dermankirina birînêt hewe, ku em dizanîn gelek kûrin, û wesa bi sanahî nahêne derman kirin! Gelê Kurdistanê di dîroka xo da çendîn karesat û jenosayd dîtîne, lê hergav bihêztir ji berê yê rabûyeve. Em qurbaniya û êş û jana ji bîr nakeyn, lê em piştrastîn ku pêkve dê evê jî derbaz keyn.
Amadebûyêt hêja!..
Cihê dax û dilgiraniyeka mezine ku yazdeh sala piştî jenosayda Êzdiya, hêşta nêzîkî nîva vê pêkhata resen û serekî ya civaka me, awareye û di kempan da dijît, jiyan û jiyareka dijwar derbaz diket. Di rewşeka giran ya aborî û civakî û derûnî da dijîn. Deverêt wan nehatîne avadan kirin û hind aramî û tenahî têda niye wan piştrast biket ku vegerine cihêt xo. Ji hemiya jî girantir: cîbicî nebûna dadperweriyê ye bo civaka Êzdî.
Sala 2014 ê û piştî hingî jî, dema ku Da'işî çend kîlometreka ji me dûr bû, budca me li Bexda hatibû birîn, Herêma Kurdistanê di rewşeka giran û dijwara aborî û emnî da, bi sîngekê fireh, dergehêt xo bo hemî pêkhatêt Iraqê vekirin ku ji destê terorê û tundutîjiyê direvîn û dihatine Kurdistanê.
Wan roja, xelkê Behdînan bi taybetî û yê Kurdistanê bi giştî, gelek camêrî kir û hembêz û mal û mizgeft û dêrêt xo bo lêqewimiya vekirin, ku cihê şanazî û pêzanîneka mezine û çi cara nahête ji bîr kirin. Ji hingî were heta niho, çi jê hatibît, Herêma Kurdistanê xemsarî nekiriye bo xizmetkirina awara, bi taybetî jî Êzdiya, lê bi rastî ev e têrê naket!
Em gelek ji nêzîk agehdarîn û wîjdana me têşît dema ku em dibînîn zarokekê Êzdî yê ji dayik bûyê kempa, niho jiyê wî yazdeh salin û neçare barê jîngeh û jiyan û jiyareka giran, hilgirît. Jiyana kempa, berdewamiya derdeseriyekê ye ku yazdeh salin destpêkiriye. Hîç ne raste hevwelatiyekê Iraqê, ev welatê dewlemend, digel hemî şiyan û hebûna xo, yazdeh sala jiyana derdeseriyê biborînît. Harîkariya mirovane, qet bes niye û têra Êzdiya naket, ev pirse gelek ji vê çendê mezintire.
Erkê Hikûmeta Iraqê ye xo li hevwelatî yêt xo yêt Êzdî bikete xudan û awrekê ciddî li wan vedet. Ev e bi pileya êkê berpirsiyariya Hikûmeta Iraqê ye ku êdî rêkê nedet Şingal û deverêt dî yêt Êzdiya, meydana vekirî ya grûpêt çekdar û mîlîşiya bin. Divêt aramî û tenahî û xizmetguzarî bo Şingalê û deverêt dî yêt wan bêne vegerandin, da ku Êzdiya piştrast biken ku dikarin vegerin û cihêt xo avedan biken.
Li vêr ê, em dîsa daxwaza xo dubare dikeyn bo cîbicîkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal bo asayîkirina rewşa Şingalê, herwesa çêkirina parêzgeha Şingalê. Çênabît Şingal bo heta heta meydana nakokî yêt grûpêt çekdar û êklakirina ajandayêt herêmî bît. Berdewamiya vê rewşê li Şingalê û derdorêt wê, zulmeka mezine li Êzdiya tête kirin, di demekê da divêt harîkariya wan bête kirin da ku bişên rabineve û jiyanê dest pê bikeneve.
Herwesa jî erkê civaka navdewletî ye ku pitir di hewara Êzdiya bêt, harîkariya wan biket bo avedankirina deverêt wan yêt wêrankirî. Piştevanê wan bêt bo cîbicîbûna dadperweriyê û sizadana tawankara. Em spasiya hemî wa welatan dikeyn yêt ku komkujiya Êzdiya wekî jenosayd nasandî. Em li ser astê navdewletî dê ji kar û hewlêt xo berdewam bîn da ku jenosayda Êzdiya zêdetir bêne naskirin. Parastina pêkhateka resena vê deverê, erkê me ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê, herwesa jî erkê hemî mirovahiyê ye. Divêt, hemî erkê xo li hember Êzdiya pêk bînin.
Em hemî xûşk û birayêt xo yêt Êzdî piştrast dikeyn ku her demekê û li her cihekê pêwîst bît, dê berevaniyê li wan keyn û dê wan parêzîn. Herwesa min divêt dubare bikem ku nivîsîngeha me ya Rizgarkirina Revandî yêt Êzdî dê ya berdewam bît li ser karê xo, û hindî Êzdiyek revandî mabît, her çi pêwîst bît dê ket bo rizgarkirin, yan aşkerakirina çarenivîsê wan.
Em gelek baş dizanîn ku bo gelek malbatêt Êzdî yêt ku hîç tiştekî derbarey zarok û kesukarêt xo yêt winda nizanin, yazdeh sale bo wan hîç nehatiye guherîn û di heman derdeseriyê da dijîn. Dilê me yê li dev wan, û em dibêjînê: em bêhna xo nadeyn heta tiştekê mîsoger ji xoştivî yêt hewe nezanîn.
Silav li bîrhatin û giyanê qurbanî yêt Êzdî û li îrada bihêz û xoragiriya Êzdiya. Silav li bîrhatin û giyanê hemî wan Pêşmergêt qehreman yêt ku bi fermandehiya cenabê Serok Mesûd Barzanî, bo rizgarkirina Şingalê û prastina hemî pêkhatêt Kurdistan û Iraqê, giyanê xo dayîn.
Gelek spas.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28 ê Tîrmeha 2025



