2023-02-26T14:32:41.000000Z
Îro danê sibê 26.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li birêz Ehmed Îbrahîm Seîd El Zahirî Konsulê Giştî yê Îmaratê kir.
Her du aliyan tekîd li ser xurtkirina têkiliyên Îraq û Herêma Kurdistanê digel Îmaratê û berfirehkirina hevkariyên hevbeşên di navbera wan da, rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Birêz Konsulê Îmaratê, herwiha, vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebî birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan gihande Serok Nêçîrvan Barzanî ku serdan Îmaratê bike.
Di nameya vexwendinê da, Serok Zayid Al Nehyan silav û rêzên xwe ji Serok Nêçîrvan Barzanî ra şand û xwesteka welatê xwe ya ji bo girîngîdana bi têkiliyên digel Herêma Kurdistanê û hevkariyên hevbeşên di navbera wan di warên cûda de dike, herwesa, ji bo lihevguhertina bîrûra li ser berjewendiyên hevbeş yên di navbera her du aliyan da, li bendê ye ku li Îmaratê pêşwaziyê li Serok Nêçîrvan Barzanî bike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî jî silav û rêz ji Serok Al Nahyan re şand, vexwandina serdana Îmaratê bi kêfxweşiyê ve qebûl kir û behsa girîngiya peywendiyên Îmaratê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Pirsa bûdce û yasaya petrol û gazê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, rewşa Şingalê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî behs kirin.