Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî ji malbatên qurbaniyên Duhokê ra sersaxiyê xwest

2023-01-21T09:30:55.000000Z
Nûçe Peyam û Peywandî
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 20.01.2023ê, di peywendiyeka telefonî da sersaxiyê ji her du malbatên qurbaniyên Duhokê re xwest ku şeva çarşema borî li ser rêya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê li Tirkiyê, di encama êrîşeka çekdarî da canê xwe ji dest dan.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji kûratiya dil hevsozî û hevxemiya xwe digel malbat û kesûkarên qurbaniyan nîşan da û hêvî xwest ku Xwedayê mezin canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi hemûyan bibexşe.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, herwiha, malbatên qurbaniyan piştrast kir ku, heta dadgehkirin û sizakirina berpirsên vê bûyerê, ew dê ji nêzîk ve digel aliyên pêwendîdar yên Tirkiyê berdewam dûvçûnê bikin.

Malbat û kesûkarên her du malbatan, ji aliyê xwe ve, ji bona nîşandana hevsozî û hevxwemiyê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kirin û daxwaz kirin ku aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe berdewam bin heta tawanbar û bikujên endamên malbatên wan didin dadgehê û bi sizayên xwe bigihin.