2023-10-24T13:26:45.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 24.10.2023ê, di peywendiyeke telefonî da digel malbatên her du şehîdan; şehîd Qehar Cewher Qehar û şehîd Heval Cewher Rehman ku roja yekşemê li Çiyayê Qereçoxê ya Mexmûrê şehîd bûn, ji malbat û kesûkarên her du şehîdan ra sersaxiyê xwest û hevsozî û hevxemiya xwe bi wan ra parve kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku Xwedayê mezin bi mîhrebanî û dilovaniya xwe ruhê şehîdan şad bike û sebir û aramiyê bi malbatên wan bide.
Ji aliyê xwe ve malbatên her du şehîdan ji bo pêwendî û hevxemiya Serokê Herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêşî cenabê wî kirin.