2021-12-23T06:55:31.000000Z
Êvariya îro çarşem 22.12.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Elî Riza Guney Balyozê Komarê Tirkiye li Iraqê kir.
Li civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye, proseya siyasî û hilbijartinan û rewşa Iraqê bi giştî, hewla derbaskirina giriftan di derbarê encama hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û gefên Da'îşê hatin nirxandin.
Her du alî tekez li ser xwesta pêşxistina peywendiyan bi taybetî li warê aboriyê da kir û li ser girîngiya alîkariya hevbeş û hemahengiya ji bo parastina aramiya li navçeyê da hevra bûn.
Pêşhatên dawî û pêşxistinên navçeyê bi giştî û çend babeteke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bû ku birêz Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê têda amade bû.