![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2021/09/NB_Shandi-USA-30-9-2021.jpeg)
2021-09-30T15:05:54.000000Z
Nîvroya îro pênçşem 30.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Jennifer Gavito Cîgira Yarîdedera Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraq û Îran û şandeke li gel da kir.
Li civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Amerîka hate guftûgo kirin û li vî derbarî de xanima Gavito dûpat kir ku Amerîka bi girîngiyê ve li Iraqê dinêre û peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê peywendiyeke dostane û hevbeşiyeke stratejî ya demdirêje ku çendîn waran li xwe digre, her wiha aramiya Iraqê ya ji bo parastina aramiya navçeyê bi girîng û pêwîst zanî, her du alî jî hevra bûn ku ev serdan ji bo nîşandana girîngiya Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê, girînge û di dema xwe da ye.
Xanima Gavito pêgiriya Amerîka ya bi berdewamiya piştgîriya li çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û rêkxistina hêzên wê dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku Amerîka li warên dinê asayîş, uze û enerji, aborî, kultûrî û perwerdeyiyê da jî dikarê hevkar û hevbeşê Herêma Kurdistanê be, her wiha balkişand li ser serdana Qela Hewlêrê û dîtina proseya nûjenkirina qelê kir, tekez jî li wê yekê kir ku hana veberhênana Amerîkî li Herêma Kurdistanê didin, bi taybetî li rêya sazî û damezraweya DFC ya Amerîkî ve ku piştgîriya darayî dide projeyên veberhênanê.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî pîrozbahiya li xanima Gavito ya ji bo destbikarbûna posta wê ya nû da, spasî berdewamiya piştgîriya Amerîka li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Amerîka û berfirehkirina warên alîkariyên di navbera wan kir, her wiha balkişand li ser derfeta zêdetirê kar û sermayeguzarî û veberhênana Amerîkî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Her du alî behsa hilbijartin û amadekariyên wê kirin û tekez li ser girîngiya birêveçûneke serkeftiyaneya hilbijartinê kirin. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest hilbijartin derfeteke din bide hemû hêz û aliyên Iraqiyan ya ji bo pêkve karkirin û bi cîhkirina destûr û sîstema federaliyê.
Diyaloga stratejiya Iraq û Amerîka, pêşhatên siyasiyên dawî û emnî yên Iraqê, gefên li ber welat, metirsiyên terorê, û kirdarên Da'îş li Iraq û navçeyê, erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û çend pirseke dinên girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bû ku birêz Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê jî têda amade bû.

![](/uploads/old_images//2021/09/NB_Shandi-USA1-30-9-2021.jpeg)