Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Bulgarîstanê civiya

2024-03-02T08:25:32.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Li duyem roja beşdarîkirina li Korbenda Dîplomasiya Antalya da, sipêdehiya îro şemî 02.03.2024 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Rumen Radev Serok Komarê Bulgarîstanê civiya.

Li civînê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Bulgarîstanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ya li warên aborî, bazirganî, kultûrî, werzîşî, geştiyarî û çandinê kirin, her wiha behsa derfeta alîkariya zêdetirê du aliyane ya warên xwendina zanîngehê û xwendina bilind û geştên raste rast ya asmaniya di navbera Bulgarîstan û Iraq bi Herêma Kurdistanê ve jî kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên xwe yên li gel welatên dost li Ewrûpa dike. Li vî derbarî de balkişand li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirekirina warên alîkariyên hevbeş li gel Bulgarîstanê wekî welatekî dost û Endamê Yekîtiya Ewrûpa, ji bo wê yekê daxwaz kir Bulgarîstan asta nûnerayetiya xwe ya li Herêma Kurdistanê bilind bike.