Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Xaça Sora Navdewletî civiya

2022/02/19
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li duyem roja çalakiyên xwe ya li Konferansa Asayîşa Munich, li gel birêz Peter Maurer Serokê Xaça Sora Navdewletî civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî, rola rêxistina Xaça Sora Navdewletî bilind nirxand bi taybetî li wan navçeyên alozî û nearamî têda heye, her wiha spasî rêxistinê kir ji bo wan kar û çalakiyên miroviyên li Herêma Kurdistanê û hemû piştgîrî û amadehiyeke Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamiya alîkariya li gel wan da dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Peter Maurer ji bilî pêşkêşkirina axaftinek li kar û çalakiyên wan ya li Herêma Kurdistanê, spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wan alîkarî û hemahengiya ji aliyê peywendîdar û damezraweyên Herêma Kurdistanê li gel rêxistina Xaça Sora Navdewletî têkirin û got bi girîngiyê ve temaşa hebûna me ya li Herêma Kurdistanê dikîn û li alîkariya me ya hevbeş berdewam dibin.

Her du alî hevra bûn ku li Rojhilata Navîn ya fireh reng, eger aramiya siyasî nebê, kêşe û alozî dirust dibê û dibê sedema koçkirinê, her wiha pêşketinên Sûriye bi taybetî ewê Da'îş li zîndana Heseke encam da cihê dilgiranî û zengileke metirsîdare.

Nirxandina rewşa Iraqê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.